Cansiz, Dogan û Şaylemez li Moskowayê hatin bîranîn 2018-01-08 15:19:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Sê jinên kurd ên li Parîsê hatin kuştin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li Moskowayê hatin bi bîranîn. Kurdistaniyên li paytexta Federasyona Rûsya Moskowayê li hev civiyan, di 5'emîn salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên Parîsê bi bîr anîn. Bîranîn li Navenda Çanda Kurd a Moskowayê pêk hat û deqeyek rêzgirtin ji bo hemû kesên di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dayîn hat kirin.    Hevseroka Yekîtiya Saziyên Çandî û Civakî yên Kurd Elmasta Cemşît di bîranînê de axivî û wiha got: "Li navenda Ewropayê xiyanetek mezin li kurdan hat kirin. Komkujiya Parîsê di heman demê de nîşaneya nêzîkatiya Ewropayê ya li ser kurdan e. Ger Fransayê û welatên din ên Ewropayê xwestibûna, wê kujerên komkujiyê di demeke kin de bidîtina û ceza bikiran. Lê dema mijar dibe  kurd, dogmatîzma Ewropayê dikeve rojevê. Lê belê gelê kurd wê bi xwe berpirsiyarên vê komkujiyê ceza û mehkum bike.   'YEKÎTIYA NETEWEYÎ GIRÎNG E'   Di serî de dewleta tirk, welatên faşîst ên ku naxwazin kurd bibin xwedî statû, di her firsendê de êrîşî gel û nirxên kurdan dikin. Ger kurd yekîtiya xwe xurt nekin, wê êrîşên bi vî awayî dewam bikin. Lewma pêwîstiya kurdan herî zêde bi yekîtiya neteweyî heye. Ku Yekîtiya Neteweyî ya kurdan pêk hat, dê kurd bibin xwedî wê hêzê ku karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bikin."   Piştî axaftina Cemşît, nûnerên saziyên kurdan ên tevlî biranînê bûn tek bi yek axivîn û ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê bang li dadgeriya navneteweyî kirin.