Waliyê Êlihê ‘Konsera Gel’ guncav nedît

img

ÊLIH – Waliyê Êlihê “Konsera Gel” a Navenda Çanda Biharê ku dixwest bi beşdariya 9 hunermandan li dar bixe, bi hinceta “Rewşa Awarte” qedexe kir. Li ser biryara qedexekirinê dê konser li avahiya Navenda Çandê bê lidarxistin. 

Navenda Çanda Biharê ya ku li Êlihê xebatên çandê û hunerê dimeşîne, ji bo “Konsera Gel” a ku wê di 22’ê Kanûnê de li Salona Dawetê ya Rozayê bê lidarxistin, bi daxwaznameyekê serî li Şaxa Miduriyeta Karê Hiqûqî ya Walîtiya Êlihê da. Miduriyeta ewil daxwaznameyê qebûl kir û pişt re bersiva daxwaznameya Navenda Çandê da û bi hinceta “Rewşa Awarte (OHAL)” konser guncav nedît û lidarxistina konserê asteng kir. 
 
KONSER DÊ LI NÇM’Ê BÊ LIDARXISTIN 
 
Konser dê bi beşdariya hunermend Mem Ararat, Xêro Abbas, Cevdet Bagca, Şêrzat, Maruf Alan, Koma Rosîda, Baran Çelebî, Selman Tunç û Omer Yeşîl li Salona Rozayê bihata lidarxistin. Li ser qedexekirina konsera li salonê dê konser sibê êvarê wek şahiyek biçûk li avahiya Navenda Çanda  Bihar bê lidarxistin. 
 
‘DÎTIN KU BI HEZARAN KES TEVLÎ DIBE QEDEXE KIRIN’ 
 
Hunermendê Navenda Çanda Biharê Şêrzat der barê qedexekirina konserê de axivî û destnîşan kir ku konsera wan dê li Salona Rozayê bihata lidarxistin, lê Walîtiya Êlihê qedexekirine û wiha got: “Me serlêdana fermî kiribû û serlêdana me qebûl kiribûn. Piştre destûra ku dabûn paşve vekişandin. Dîtin ku eleqeyek mezin ji bo konserê heye û wê bi hezaran kes beşdarî konserê bibin, destûr nedan. Cihê me konser li dar dixist jî mulkiyetek taybet e. Divê konsera me nehata qedexekirin.” 
 
‘EM Ê HUNERA KURDÎ GEŞTIR BIKIN’ 
 
Şêrzat da zanîn ku li gel hemû qedexeyan û astengiyên pêşiya çand û hunera kurdî jî dê dest ji xebatên xwe bernedin û dê xebatên çand û hunera kurdî geştir bikin. Şêrzat got ku her çiqas konsera wan li Salona Rozayê hatibe qedexekirin jî ew ê wek şeva şahiya stranan sibê êvarê li avahiya Navenda Çanda Bihar konsera xwe pêk bînin.