Pirtûka Hecî Nehsan ‘ciweyna’ derket: Gelo hibr westiya ye?

img

AMED – Pirtûka Hecî Nehsan a helbestan a bi navê “ciweyna” ji hêla Weşanên Aryen ve hate çap kirin. Nivîskarê ku 21 sal e girtiye û 6 berhemên wî hatine çap kirin, di helbesta “ji hundir” de wiha dibêje: “gelo li derve ew destên germ nemane? / hibr westiya ye / silavan xwe kuştiye? / çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin."

Weşanên Aryenê pirtûkeke nû a helbestan li pirtûkxneya kurdî zêde kir. Pirtûka herî dawî ku ji hêla Weşanên Aryenê ve bi eîdtoriya Roj Agir ve hate çap kirin pirtûka Hecî Nehsan a bi navê “ciweyna” ye. Pirtûk ji 63 rûpelan û 51 helbestî pêk tê û wêneyê bergê ji hêla wênesaz Luqman Ahmed ve hatiye xêz kirin. Pirtûk li gelek pirtûkxaneyan hatiye belav kirin û li ser înternetê jî tê peyda kirin.
 
Hecî Nehsanê ku gelek berhem li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine, di pirtûka xwe ya “ciweyna” de bi helbesta “li wê hêlê” bavê xwe jî bi bîr tîne. Nivîskarê ku ji Kobaniya Rojavayê ye û 21 sal in li Tirkiyeyê girtiye, di helbesta ku ji bo bîranîna bavê xwe nivîsiye de wiha dibêje: “di solên bavê min ên di şêmûga çûyinê de / xatirxwestinên qetiyayî bêhn dida / di heqîba hespê wî de silav û lomeyên bêfitwe ziwa bûbûn / û  kelogirîna diya min a li keviya çîrokên wî welatî di destê xwe de diguvaşt…” 
 
Dema mirov helbestan dixwîne têdigihîje ev hevok li zindanê hatine hûnandin û her peyvek ji mejiyekî azad niqutîye ser rûpelên lênûsê. Di helbestên Hecî Nehsan de “xwezî, hêvî, bêrîkirin û yadkirina rabirdû û pêşerojê” bi peyvên weke “name”, “heyv”, “stêrk”, “şev”, “tenêtî”, “destan”, “hesp”, “çivîk”, “cehter” û “tûtinê” xwe digihînin dil û mêjiyê xwendevên. Bi riya peyvan çend kêlî be jî, Hecî Nehsan û xwendekar di şevbûhêrkekê de hemhal dibin. 
 
‘DINYA LI SER QILOÇÊ DEREWAN MA’
 
Di helbesta ku navê xwe daye pirtûkê “ciweyna” de, Hecî Nehsan wiha dibêje: “min metelok ji te veşartin / min kilîda destanan di bin çengê demê de veşart / min di çavên te de pirsên qedexe kuştin / min navê te ji çivîkan pirsî / navnîşana hiznê pêşkêşî min kirin… / bavekî ji nav lêvên şevê bajarek terk kir / hespek ji destanekê difilitî / çîrvanok rijiyan… / tu efsûn neman li keviya dinyayê / çîroka ga û gamêşan jî qediya / dinya li ser qiloçê derewan ma / li paş derî û deryayan xweda pev çûn / ciweyna / here ciyê ku ev wate lê nîn in / ez navê te jî didim te / û hêviyên dest lê nedayî / ev nav li vir nejiya ciweyna / ne min got / ne te bihîst…”
 
‘GELO HIBR WESTIYAYE, SLAVAN XWE KUŞTIYE’
 
Her girtiyekî di heps û zindanan de çaverêyê silavekê û çend xêzik name ne. Girtî ne bi birçîbûnê, ne bi zilm, zordestî û işkenceyê, ne jî bi cezayên hicreyê diêş in. Lê bi qutkirina silavan dil û kezebê dişewitînin. Jibîrkirin weke tunebûnê tê hesibandin. Belkî jî Hecî Nehsan bi du helbestên bi navê “ji hundir -ı-, -ıı-“ hestên xwe yên di vê meseleyê de tîne ziman. An jî  dema min ev helbestên wî xwendin bi min re wateyeke bi vî rengî hasil bû. Wiha dibêje helbestvan: “li ser nivîna min xeyalek doş dibû / ode tijî hilma bêrîkirinê / piştî vî emrî bi gunehên xwe pevşa bûm / li ber balgiyê serê min nameyek heye / navnîşan orta xewnê / xewn jî naqede / çi xweş bêriya te dikim / gelo li derve ew destên germ nemane? / hibr westiya ye / silavan xwe kuştiye? / çima nameyên min wisa li bersivên xwe digerin / û li wan deran stûxwar in?”
 
HECÎ NEHSAN KÎ YE?
 
Di sala 1974’an de li gundê Korikê yê girêdayê Kobanê (Rojava) ji dayik bûye. Ji zarokatiya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan ango ceribîn û helbestên wî di kovarên weke Çirûsk, Hawara Botan, Golik, Roza, W, Eylül, Tîroj û Ümüş Eylül de hatine weşandin. 21 sal e ji doza siyasî di girtîgehê de ye. Niha li Girtîgeha Tîpa F a Tegîrdagê ye. 
 
BERHEMÊN WÎ YÊN HATINE ÇAPKIRIN
 
* Zêmarên Çûyînê (Hêçan), Weşanên J&J, 2013
 
* Agrîna (Helbest), Wejanên J&J, 2014
 
* Nofa (Çîrok), Wejanên Ar, 2014
 
* Şîna Şevê (Helbest), Weşanên Ar, 2015
 
* Arjenîka (Hêçan), Weşanên J&J, 2016
 
* Maha (Çîrok), Weşanên J&J, 2016
 
MA / Abdurrahman Gok