‘Wê hesab neyê dayîn’ li Îzmîrê derket ser dikê

img
ÎZMÎR – Lîstîka “Wê hesab neyê dayîn” a Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya 6’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî de li Îzmîrê derket pêşberî şanohezan. 
 
Li Îzmîrê 6’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya ku bi temaya “wêrekî” ji aliyê Weqfa Ji Bo Çand û Hunerê Lêkolînên Civakî (TAKSAV) didome. Lîstika şanoyê ya “Wê hesab neyê dayîn” a Şanoya Bajêr a Amedê di çarçoveya mîhrîcanê de çû Îzmîrê û derket pêşberî şanohezan. Lîstîk li Parka Çand û Huner a Îzmîrê derket ser dikê û rastî eleqeyek mezin hat. Lîstîka ku hem temaşevanan dikenîne û hem jî dide hizirandin kêlî bi kêlî bû sedemê tîqetîqa welatiyan. Di lîstikê de balkêş e ku peyamên civakî jî dide. 
 
Lîstik behsa karkerên ku bi zehmetî têkoşîna çînî û jiyanî li bajarên Îtalya didin dike. 
 
Piştî pêşandana lîstikê TAKSAV’ê plaket da lîstikvanan.