Belgefîlma hunermendên kolanan tê çêkirin

MÊRSÎN - Hunermend Ali Osman Abali ku li Mêrsînê xebatên belgefîlmeke ku bi mijara xwe li ser zor û zehmetiyên hunermendên kolanan e bi rê ve dibe, dest nîşan kir ku ji bo vê hunera alternatîf û ku ji bo gel tê îcrakirin bê dîtin wî serî li xebateke bi vî rengî daye. 

Hunermend Ali Osman Abali, li Mêrsînê xebatên belgefîlmeke ku bi mijara xwe li ser zor û zehmetiyên hunermendên kolanan e bi rê ve dibe. Abali, dest nîşan kir ku projeya ku wî di meha Gulanê de dest pê kiriye niha li ber qedandinê ye û mebesta wî ya ji vê xebatê ew e ku vê hunera alternatîf û ku ji bo gel tê îcrakirin bê dîtin. 
 
'MIN XWEST HUNERMENDÊN KOLANAN VEBÊJIM' 
 
Abali, da zanîn ku wî 15 salan şanogerî kiriye û wênekêşî kiriye û çend pêşangeh jî li dar xistine. Abali, got ku di demên dawî de li Mêrsînê hejmara hunermendên kolanan zêde bûye û ev yek bala gel dikêşe. Abali, diyar kir ku ji bo ew pirsgirêkên ku hunermendên kolanan bi wan re rû bi rû dimînin û têkoşîna wan a hunera ji bo gel vebêje wî biryara çêkirina belgefîlmekê daye. Abali, dest nîşan kir ku wî tam sê mehan komên muzîkê yên kolanan şopandiye û wiha got: "Ez jî yek ji wan kesa me ku dixwazim huner li kolanan be." 
 
Abali, dest nîşan kir ku îktîdar pişîtevaniya huner û hunermend nake û ji ber vê yekê hunera li kuçeyan tê îcrakirin qîmetdar e û wî xwestiye kuçe û kolanan ragihîne. Abali, da zanîn ku di xebata wî de 6 kom hene û ev tişt gotin: "Bi vê yekê hem min xwest ez hunera ku ew îcra dikin bidim der û hem jî di hunereke din de cih bidim wan. Armanca me ew e ku bi xebatên bi vî rengî hunermandan bi her kesî bidin nasandin."