Li dijî Moderniteya Kapitalist Halan Di Hev Dan II derket

img

STENBOL – Pirtûka  "Kapitalîzme Karşı Meydan Okumak II (Li dijî Modernîteya Kapîtalîst halan di hev dan II)" ji weşana Aramê hat çapkirin. 

 
Encama niqaşên konferansa "Teşîrkirina Modernîteya Kapitalîst - Avakrina Konfederalizma Demokratîk" a ku Zanîngeha Hamburgê di 3-5'ê Nîsana 2015'an de pêk anî, kirin pirtûk û bi navê "Kapitalîzme Karşı Meydan Okumak II (Li dijî Modernîteya Kapîtalîst halan di hev dan II)" ji weşanxaneya aramê çap kirin. Niqaş û axaftinên 40 kesên beşdarî konferansê bûn di pirtûkê de hatin komkirin. Pirtûk di weşanxaneya Aramê de di nava pirtûkên bijarte de cihê xwe girt. Di pirtûkê de niqaş û fikrên gelek nifîskarên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropa tev li konferansê bûne cihê xwe digire. Piştî kobanê azad bû konferans pêk hat û niqaşên ku ji cîhanê re bibe wekî modela serkeftinê hatin kirin. Pirtûk li ser mijarên bîrdozî, Kurdistan û cîhanê û projeyên alternatif û pratik tên rawestandin. Pirtûk ji niqaş û belgeyên di konferansê de hatine parvekirin pêk tê. 
 
Di pirtûkê de axaftin û niqaqên nivîskarên navdar yên wekî Prof. Norman Paech, Prof. Elmar Altvater, Reimar Heider û nivîsên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên li ser Moderniteya Demokratîk" cih digirin.