Li Sûrê dîrok jî binax kirin

img

AMED - Wezîrê Bajarvanî û Derdorê, ser Girê Amîda yê nav li Amedê kiriye û 8 hezar sal dîroka wî heye binax kir. 

Wezîrê Bajarvanî û Derdorê bi destûra Wezareta Turîzm û Bajarvaniyê  girê Amîda yê ji aliyê Hurrî û Mitaniyan ve 8 hezar sal berê li Sûra Amedê hat avakirin û wargeha Amedê ye binax kir. 
 
Bajarê Amedê ku ji 33 şaristaniyan re malovanî kiriye îro dîroka wê di bin axê de tê hiştin. Girê Amîda ku ji aliyê Hûrî û Mîtanî ve hatiye amadekirin û bûye dergûşa bajarê Amedê ji aliyê Wezareta Bajarvanî û Derdorê ve hat binaxkirin. Hûriyan li herêma jorê Dîclê desthilatdarî kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk beşek ji Sûriyeya îron û heta derya Spî jî ketine dibin destê Hûriyan. Li van herêman kevneşopên Hûriyan îro jî gelek in. B.Z di navbera salên 1800-1500'an de li herêmê dewleta herî mezin a bi nav û deng ew bûne. B.Z 1500'î mirov êdî li herêmê ji derveyî Hûriyan Mîtaniyan jî dibîne. Hûrî û Mîtanî heman xelk in. Li deriyê çiyê li qada herî binî bi nivîsên bizmarî û bi zimanê hûrî hatiye nivîsîn. Amed an jî Amîda bi hûri ye. Girê Amîda ku dikeve keleha navîn a Bakurê Sûrê piştî kolandinên arkeolojik gelek dane û berhemên dîrokî hatin bi destxistin. Li gorî dane û belgeyên hatin bidestxistin, tê diyarkirin ku li herêmê anfiya şano, hemamên Roma avahiyên antîk hene. Piştî kolandinê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Walîtiya Amedê û Vakfa ÇEKUL'ê projeya hevpar amade kiribûn û xwestibûn ji turîzmê re bê vekirin. Projeya ku ji aliyê Wezareta Turîzm û Çandê ve hat erêkirin, hat diyar kirin ku ji bo dîrok û cewherê bajar nokteyek pir girîn e. Hat armanc kirin ku ev cewherê di bin axê de maye derxin ruyê axê û pêşerojê. Proje ji aliyê Lijneya Parastinê ve jîhat erêkirin. 
 
Di projeyê de hat diyar kirin ku Girê Amîda (Virankale) yê berî Mîladê û bermahiyên ji sedsalên 3. 11. 19 û 20 'an mane, qadên girîng ên bajar in û divê bên parastin. 
 
DÎROKA 8 HEZAR SALAN DI BIN AXÊ DE VAŞARTIN
 
Projeya kolandinê û ronîkirna warê dîrokî piştî qeyûm hat tayînkirin ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û TOKÎ ve ji holê hat rakirin. Li şûna kolandinên gavên yekem û duyemîn bihatina avêtin, Wezareta Bajarvanî û Derdorê bi destûr û agahiya Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajar qada dîrokî ya ji 115 donim zevî pêk tê di bin navê sererastkirinê de binax kirin. 
 
Seroka Rêveberiya Qada Peyzaja Baxçeyên Hewselê Nevîn Soyukaya, têkildari Girê Amîda ku wê jî di nava xebatên projeyê de cih digirt agaıhî da. Soyukaya,  anî ziman ku Keleha Hundir a Sûrê li ser Girê Amida hatiye avakirin û wiha got: Bajar li wir hatiye avakirin. Keleha Hundir û Girê Amîda navenda bajar e. 8 hezar sal dîroka wî heye. Hemû katmanên bajarê Amedê di wir de veşarî ne. Ji ber vê yekê qada arkeolojik a SÎT'ê ye. Di sedsala 5'emin serdema Romayan de anfîya şano hatiye avakirin. Em vê yekê ji Vakaînameya ji aliyê Suryanî Mar Yeşua ve hatiye nivisandin fêr dibin. Di sala 2002'an de dema şaredariyê xebata kanal û kanalîsazyonan çê dikir dîtibû. Hem mozaîka serdema romayan û hem jî  hemamên Roma  û gelek belgeyên aydî şaristaniyên cuda li vir hatin dîtin. Bi vê projeyê me armanc kiribû ku dîroka 8 hezar salan tevan ronî bikin û derbasi peşrojê bikin. Wezareta Turîzm û Çandê jî destûr dabû vê yekê. 
 
Soykaya, anî ziman ku qada ku ji aliyê UNESCO ve hatibû tescîlkirin, wekî parka arkeolojîk hatibû nîşandan, niha xebatek pir cuda tê kirin û wiha got: "Dema qat hat valikirin aşek hatibû dîtin.  Di qeyda taboya 1930’an de wekî aşê avê derbas dibe. Piştre hinekan xwest wekî mizgeft bidin nîşan û bikin mizgeft. Lê me tekoşîna vê yekê da. Xwestin nasnameya vê yekê biguherînin. Em li dijî vê yekê derketin û bi nasnameya aşê avê me tescîl kir. Lê piştî demekê bi kepçeyan ketin nav û niha li ser wî giha çandine. Çend dar li ser wî çandin. Piştre xebatên peyjazê kirin û gotin binerin me çi xweşik kiriye. Tescîlla aş jê kirin û avêtin." 
 
MA / Lezgin Akdenîz