Berikên Colemêrgê bi destên jinan zînde dibin

img

COLEMÊRG - Berikên Colemergê yên bi boyaxa xwe, nexşên xwe û bergiriya ku nav û deng in, bi destên jinan zînde dibin. Tevnkerê berikan Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxeke çandiyî ew berikan çê dike.  

Berikên Colemergê ku jin bi sed salane bi keda dest û roniya çavan girêk bi girêk çê dikin, ji bo danasîna bajêr xwedî rolek girîng e. Li Colemêrgê bi salane hema bêje li her malê, dezgehek berikê heye, lê di van salên dawî de tenê çend kes vî karî dikin. Bi valakirina gundan re bi taybetî, hirî nayê peyda kirin. Ji ber vê her ku diçe berikên Colemêrgê tên jibîrkirin. 
 
'BERIK ROMANA JIYANA JINÊ YE'
 
Abdulkadîr Garîpgazîoglu yê kargeha berikan a taybet li navenda Colemêrgê dixebitîne, diyar kir ku nexşên li ber berikên Colemêrgê, mîna dîrokeke ku nehatiye nivîsîndin û wiha axivî: “Nexş, reng û darêjnivîsa li ser berikan, tenê aydê Colemêrgê ye, wate û çîrokeke her nexşekê heye. Berikên Colemêrgê bi rengên giran û nexşên xwe yên herêmkî ji yên din cuda ne. Nexşên li ser berikan sembola hest û ramanê ye. Di nava berikên min çêkirin de modelên ‘Kesneger’, ‘Canbezar’, ‘Xalitbeg’, ‘Gulgever’, ‘Lûleper’, ‘Gulhezar’ û ‘Gulsarya’ hene. Nexşên her berikekê li gorî herêma xwe hatine nexişkirin. Jinan tim hest û ramanên xwe bi nexşên berikan vedigotin. Mînak, gava xemgîn dibûn, rengê berikê jî li gorî wê çê dikirin. Berik romana jiyana jina ne.”
 
'HEMÛ RENGÊN XWEZAYÊ DI NAVA NEXŞAN DE NE'
 
Garîpgazîoglu, anî ziman ku hewl dide ev nexşên girîng tune nebin û wiha domand: “Ji sedî sed rengên me xwezayî ne. Ji kok û nebatên me ji gund, çiya û zozanan kom kirî, em rengê cuda bi dest dixin. Ji nebat û çîçekên xwezayî em reng didin benikên berikan. Em benikên xwe didin jinên ciwan, ew jî li gorî daxwaz, civak û sîparîşan berikên rengîn û bi nexş çê dikin.”
 
'JI BO WINDA NEBE EM Ê BIXEBITIN’ 
 
Garîpgazîoglu, da zanîn ku çêkirina berikan pişeyek zor e û  wiha domand: “Bi 8 jinan re em vî karî dikin. Piraniya berikên em çê dikin, em dişînin Ewropayê. Ev pişeye bi tunebûnê re rû bi rû ye. Ji ber ku peydakirina hosteyê berikan zor e. Tevinkarî kareke zehmet e, ji ber vê nifşên niha zêde pêre eleqedar nabin. Êdî em nikarin bi makîneyan re bigihên. Karê ku bi mehan em çê dikin, makîne di deh deqeyan de çê dikin. Bêguman nabe weke berikeke bi destan hatî çêkirin, lê gelê me tiştên erzan dikirin û em jî zoriyan dibînin. Ji bo ev çanda kurdan bi dawî nebe, em ê bixebitin. 16 salin bi zorê em gehiştin vê astê û em ê karê xwe heya dawiyê bidomînin.”
 
‘GELÊ KU ÇANDA WÎ TUNE BE HEBÛNA WÎ JÎ TUNE YE’
 
Enîsa Aktaş a 16 salin berikan çêdike, diyar kir ku piştî gundê wan hat valakirin, di sala 1993’yan de li Colemêrgê bi cih bûn û wiha axivî: “Hem ji bo aboriya mala xwe û hem jî ji bo nirxê çandî yê herêmê biparêzim min dest bi çêkirina berikan kir. Hemû gel bi çanda xwe heye. Baweriya min bi vê yekê tê. Gelê ku çanda wî tune be, hebûna wê jî tune ye. Berik jî parçeyekî çanda me ye. Li gel vê yekê em jin pêdiviyên xwe jî derbas dikin. Bi vê dahatûyê bêyî ku hewcedarî tu kesî bibin, jiyana xwe didomînim.”  
 
Sarya Erkaya jî, diyar kir ku tevinkariya berikan karekî pir zor e û wiha axivî: “Em tenê dixwazin pîşeya tevinkariya berikan tune nebe. Dayîkên me û xaletên me ev kar fêrî me kirin. Nifşê ciwan ê niha vî karî pir zehmet dibînin. Ev jî dibe sedem ku ev kar tune bibe. Di nava du mehan de du kes anxec karibin metrek û nîv berikê çê bikin. Lê dahata me têra me nake.”
 
Ayşe Duran jî diyar kir ku ji bo hewcedarî tu kesî nebin vî karî dikin û wiha got: “Ji bo çanda xwe em berikan çê dikin.” 
 
MA / Hamza Gunduz