Şanoya Mencel di 4’ê Kanûnê de derdiveke ser dikê

img

WAN - Li Wanê Şanoya Mencel a komek lîstikvan avakirin, dê di 4’ê Kanûnê de ji bo hunerhezan perdeya xwe veke.  Li şanoyê dê piranî lîstikên kurdî bên pêşandan.  

Li Wanê, hin lîstîkvanên bi paradigmaya Alternatîfa Hunerê li ev civiyan, dibin navê Şanoya Mencel de li hev kom bûn. Lîstîkvan, li Navenda Kar a Aydin Perîhan dê deriyên şanoya amade kirin di 4’ê Kanûnê de li şanohezan vekin.  Lîstîk biraniya xwe bi kurdîn û kapasiteya salonê de ji 120 kesin. 
 
‘PÊDIVÎ BI ŞANOYA KURDÎ HEYE’
 
Yek ji lîstîkvanên Şanoya Mencel Ferhat Aslan, diyar kir ku ji bo pêşxistina şanoya kurdî ya herêmê û bi civakê re hatin gel heve pêwîstî bi vê yekê didin. Aslan, da zanîn ku piraniya  lîstikên wan bi kurdîne û wiha axivî: “Pêdiviya civakê bi lîstikên kurdî heye. Di çarçoveya vê pêdiviyê de me ev xebat meşand. Ligel zimanê kurdî dê zimanên cûda jî hebin.” 
 
Aslan, da zanîn ku bi lîstokên salonê re, dê şanoya zarokan û qûrsên dansê yên cûda jî vekin. 
 
Bernameya şanoyê ya di 4’ê Kanûnê bê vekirin de wiha ye: “
 
*4 - 5 Kanûnê saet 18.00 Mala Bernarda Alba 
 
*5 Kanûnê saet: 20.00 Dawiya Dawî 
 
*6 - 7 Kanûnê saet:18.00 Wê Hesab Neyê Dayîn 
 
*8 – 9 Kanûnê saet:18.00 Berû
 
*10 Kanûnê  saet: 18.00 Konsera Ensturmantal" 
 
MA / Seda Taşkin