Yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê: Kifteyên Evdîgorê

img

AGIRÎ - Ergul Sumeli behsa yek jî teamên herî xweş ên Bazîdê Kifteyên Evdîgorê kir û da zanîn ku wî 25 salan li malê ev xwarinê çêkiriye, 4 sal e restorant vekiriye û xebata xwe li restorantê dewam dike.

Kifteyê Evdîgorê yek jî xwarinên herî xweş ên li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ye, bi tema xwe hêj gelek tê hezkirin. Li gorî rîvayetê navê xwe ji Evdî Paşa yê ji temelê Qesra Îshak Paşa avîtiye digire. Çîroka der barê wê de wiha ye: "Piştî paşa ji xwarinê dikeve jinek Kifteyê Evdîgor çêdike û dibe dide paşê. Paşa dema kifteyan dixwe medê wî pak dibe. Hevjîna paşa jî dibêje 'Abdi gör' (Evdî bibîne) û ji wê rojê ve navê kifteyê wiha tê zanîn. Ji ber wê kifte wekî xwarineke diyetê jî tê naskirin.
 
'25 SAL E DIFTEYÊ EVDÎGOR ÇÊDIKE'
 
Xwarinpêj ê bi navê Ergul Sumelî aşkera kir ku 25 sal e ew Kifteyê Evdîgorê çê dike, ev xebata xwe berî 4 salan veguherandiye bazirganiyê. Sumelî berî 4 salan li ser Kolana Îsmaîl Beşîkçî restorant vekir û xwarinên malan çê dike. Sumelî got ku "Ez hem xwediyê xwaringehê û hem jî xwarinpêj im" û wiha axivî: "Min 25 salan di mala xwe de xwarina Evdîgor çêkir. Piştre restorant vekir. Ji ber ku min kargeha xwe vekir ez gelekî kêfxwş im. Xwazî min berê vekira." Sumelî aşkera kir ku ew bi tena serê xwe xwarinê nagihîne, ji ber wê hevjîn û kurê xwe jî aniye gel xwe û piştrast kir ku karekî zehmet e, lê kêfa wî ji kar re tê.
 
‘EM HETA STENBOLÊ DIŞÎNIN’
 
Sumelî destnîşan kir ku ji derveyê pîvazê tiştekî naxe nav kifteyan, tenê orjînala kifteyê li Bazîdê tê çêkirin. Sumelî da zanîn ku karê wan baş e û wiha got: "Rojê carna 10, carnan jî 15 kîlo goşt tê kutan û tê firotin. Ji ber ku ji derveyê me kes çênake, daxwaz gelek e. Em carnan hem kifteyên xav û hem jî yên pijandî dişînin Stenbolê."
 
KIFTEYÊ EVDÎGOR ÇAWA TÊ ÇÊKIRIN
 
Sumelî bal kişand ser amadekirina kifteyê jî û çawa tê çêkirin terîfa wê jî wiha da: "Goştê teze didin ser kevir û qasî 2 saet û nîvan dikutin. Ji ber ku her kes nikare vî karî bike, tenê jin dikutin. Bi pelixandina guşt re hemû rehên goşt ji hev belav dibin. Dema guşt dibe wekî mecûn, pîvaza hûrkirî dixin navê û bi avê tê strîn. Piştî saetekî goştê pelixandî tê rawestandin, bi girêkên 400 gramî davêjin nav ava kelandî. Kifte nîv saetî di qûşxaneyê de tê kelandin û qasî ku têrê dike birinc davêjin nav qûşxaneyê. Dema birinc dikele, xwarin jî dikele. Herî dawî jî rûnê qijirandî il ser dikin. Divê teqes li ser birincê bi ava guşt hatiye çêkirin, bê pêşkêşkirin."