Di 'Trom'ê de hezkirin, tenêmayîn û têkoşîna jiyanê derket pêş

img

AMED - Lîstika şanoyê ya bi navê "Trom" li Şanoya Bajêr a Amedê bi keda Seyyar Sahne hat pêşandan. Lîstika ji metna nivîskarê fransî Roland Topor hatiye wergirtin, trajediya penaberan radixe ber çavan. Di lîstikê de hezkirin, trajedî û tenêmayîn rewşek xemgîn derxe holê jî hezkirina ji hev du serdest e.

Şanoya Bajêr a Amedê bi xebatên xwe yên serkeftî di qada çand û hunerê de li gorî çand û hunera muxalîf bi berhemên nû gelê Amedê kêfxweş dike. Piştî lîstikên şanoyê yên wekî "Dê hesab neyê dayîn" û lîstika zarokan a bi navê "Sê ezezok" şevê din saet di 19.00'an de lîstika "Trom" hat pêşandan. Ji bo nivîsandina lîstik ji mekaleya "Masanın Altında" (Di binê maseyê de) ya Roland Topor sûd hatiye girtin. Lîstikvan li ser "Dikê xwe vedibêje" û bi hunerên şanoger jiyana kesayetî tê vegotin. Lîstikvanê bi navê Hakan Emre Unal lîstik li gorî xwe sererast kiriye û bi xwe jî dileyze, lîstika ku 80 deqeyan bê navber û bi performansek serkeftî hat pêşandan, temaşevan kêfxweş kir.
 
JIYANA XWE DIGIRE DEST
 
Lîstika "Trom" ji hêla nivîskarê fransî Roland Topor ve hatiye nivîsandin û nivîskar bi çîroka xwe ya jiyanê ketiye rê û lîstika "Di binê maseyê" de derdixe ser dikê. Lîstika Di binê maseyê de wekî lîstikeke mîzaha reş tê destgirtin, jina bi navê Florence Mîchalon jinek wergervan e û binê maseya xwe ya xebatê kirê dide kesê bi navê Dragomîr. Nivîskar bi vê lîstikê dibêje ku "Pêkanînên ku penaber pêre rû bi rû dimînin çawa divê neasayî bên dîtin, divê tiştên di binê maseyê de diqewimin jî neasayî bên dîtin." 
 
Pirsgirêka penaberan li tevahiya cîhanê tu demê neqediyaye û di roja me ya îro de jî li her derê cîhanê trajediya penaberan gelekî zêde ne, lê wekî her gavê vê meseleyê beyî ku hêzên serdest çareser bikin, bincil dikin. Lê di lîstikê de ne xwediyê malê kirêgir e, ne jî kesê penaber xwe wêderkirî hîs dike û bi vê girêdanê re, têkiliyekî mirovane xwe dide der. Di lîstikê de tenêmayînên her kesî, hezkirinên wan û xemginiyên wan bi mîzaheke reş tê pêşandan û nirxên ku globalîzmê avakirine wekî rexneyeke cidî derdikeve pêşberî temaşevanan.
 
BADEK Û RASTIYÊ DIGIHÎNIN HEV
 
Seyyar Sahne ji sala 2013'an vir ve, bi badekên ku şopên çîrokên jiyana lîstikvanên xwe ve girêdayî dikeve rê, têkiliya di navbera lîstikvan û kesayetê ku rol dike, bi rêya teatralî derdixe ser dikê. Di sala 2014'an de li ser dikê bi berhemên wekî "İçinde Kalmasin" (Bila di hundurê te de nemîne) û "Durum Bu" (Rewş ev e), rewşên bi xwe yên lîstikvanan bi badekî diweşîne. Bi lîstika xwe ya "Trom" jî rastî û badekê di nava hev du de dihûnin û bi enerjiyek şanogerî lêgerîna xwe ya huner û çandê berdewam dike. 
 
Lîstikvan û nivîskarê lîstikê Hakan Emre Unal lîstikê bi tena serê xwe pêşkêş dike û bi performansek serkeftî hem temaşevanan kêfxweş dike û hem jî xemgîn dike. Lîstika ku gotinên di nava civakê de pir şerm tên dîtin jî di nava xwe de dihewîne, her hewldana ku lîstikvan dixwaze wan telafûz bike, hem di lîstikvan de û hem jî di temaşevanan de demên bêhnçikiyayî xwe didin der. Derhênerî û sererastkirina metna lîstikê Senem Donatan kiriye û bê navber 80 deqeyan dewam dike. Dê lîstik îro jî saet di 19.00'an de li Şanoya Bajêr a Amedê dîsa bê pêşandan.