Sinhetê bav û kalan didomîne

img

WAN – Welatiyê bi navê Ozcan Demîr, çaydank, semawer, quşxane û sobeyên ku di salê 1950’yî de kalikê wî dest bi çêkirin û selihandina wan kiriye, niha ew karê kalê xwe bi amûrên ku bi desta dixebitin didomîne. Demîr got ku her ku teknolojî bi pêş dikeve mirov kor dibin û dikevin weziyeteke ku êdî nikarin hilberînin. 

Li Wanê welatiyê bi navê Ozcan Demîr, sinheta sefariyê ya kalikê wî ku di salê 1950’yî de dest pê kiribû dewr girtiye. Demîr, li maleke kerpîçan ku di salên 1900’î de hatiye çêkirin, bi amûrên destan li hemberî teknolojiyê têdikoşe. Semawer, quşxane, çaydank û amûrên berê yên li dikanê mirovan ber bi rabirdûyê ve dibe. Demîr, got ku kalê wî ev sinhet dewrî bavê wî û bavê wî jî dewrî wî kiriye, lê belê wisa dixuyê ku dê dewrî nifşên nû nebe. Demîr wiha got: “Teknolojî zaf pêş ket. Sinhetên bi vî rengî li ber tunebûyînê ne. Kesên ku hîn bike tune ne. Çimkî her kesî li ber teknolojiye serî tewand, lê ez ê serî netewînim.” Demîr got ku wî di zarokatiya xwe de dest bi vî karî kiriye û wiha got: “Min ji vî karî hez kir û min dest pê kir. Jixwe tu ji karekî hez nekî, tu nikarî bikî. Lê niha ciwan tenê bi çavê ew ê çawa pereyan qezenc bikin li kar dinerin. Divê mirov li pere nefikire, pêşî ji wî karî hez bike.”
 
Demîr, got ku kalikê wî sefar bû, semawer çê dikirin û wiha got: “Tenê ne selihandina wan, ew çê dikirin jî. Karekî gelekî zehmet e. Paşê bavê min li cem kalikê min ma û hîn bû. Her ku karê semaweran kêm bû û milet berê xwe da semawerên tenekeyî, bavê min jî dest bi sefariyê kir.” 
 
Demîr, bi bîr xist ku xwarinên di amûrên sifir de tên çêkirin çêjdartir in û wiha got: “Wê demê kûzikên axî û amûrên sifirî hebûn, lê niha yên çingo hene. Tahma xwarinên di amûrên niha de ne wek ên berê ne. Ji ber sifir zû disincire, xwarin jixweber dipije û xweştir dibe. Gaza xwezayî derket, teknolojî pêşket û tu tahma berê nema. Ji ber ez ji teknolojiyê hez nakim, min berê xwe da hêleke cuda. Ez karê çaydankan, sobeyan û hwd. dikim. Her diçe eleqeya ji bo van jî kêm dibe.” 
 
Demîr, diyar kir ku bi teknolojiyê re pirsgirêkên tenduristiyê li mirovan peyda dibin û wiha got: “Mirov berê xwe didin karê rihet. Dibêjin ‘bila xweşiktir be û rihetir be.’ Tu bikî nekî ev yek bandorê li karê me jî dike.” Demîr got ku mirov dibêjin qey bi teknolojiyê re tenduristiya wan baştir dibe, lê belê her ku teknolojî berbelav dibe tesîra wê ya neyînî jî zêde dibe.”