Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresan hebû

img

STENBOL - Weşanxaneyên beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê ya 36'emîn bûn, diyar kirin ku eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên peresanê hebûn û wiha gotin: "Em ji firotina pirtûkan jî dizanin ku li Tirkiyeyê civateke ku her diçe ji jiyana rojane, jiyana dibistanê û mufredata olî nerihet e heye." 

Pêşangeha Pirtûkan a Stenbolê ya 36'emîn roja yekşemê bi dawî bû. Pêşangeha di 4'ê Mijdarê de dest pê kir û di 12'ê Mijdarê de bi dawî bû. Di 9 rojên pêşangehê de pirtûkhezan eleqeyeke zêde nîşanî pirtûkan da û zêdeyî 800 weşanxane tevlî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên teoriya peresanê ku Wezareta Perwerdehiya Netewî ew ji mufredatê derxist hebû. Xebatkarê Weşanxaneya Korê Bûrhan Coşar anî ziman ku ji ciwanan heta extiyaran gelek kes bi eleqeyî nêzî pirtûka Darwîn a bi navê Koka Cureyan bûne. Coşar got ku salên berê jî ji bo pirtûkên tekamulê eleqeyeke zêde hebû û wiha got: "Piştî nîqaşên der barê tekamulê û derxistina wê ya ji mufredatê eleqeyeke zêde çê bû." 
 
Coşar got ku xwendekarên sergirtî jî eleqeyeke zêde nîşanî pirtûkên tekamulê didan û weşanxaneya wan pirtûkên bi naveroka xwe li ser takamulê yên wek "Koka Cureyan" a Darwîn, "Mekanîzmayên Teoriyên Tekamulê" û "Di tarîtiya Gerdûnê de Ronahiya Tekamulê" ên Çagri Mert Bakirci derxistine. Coşar wiha got: "Tekamul zanistek e, pêvajo û zanistek bi xwe ye. Teoriya tekamulê hat derewandin, rewşeke ku teoriya tekamulê xelet e şaş e. Teoriya tekamulê hîn jî didome û xebatên derbarê wê de didomin. Ciwan û xwendevanên ku tekamulê dixwînin, mirovên zanyar hay ji vê yekê hene. Ji ber vê eleqeya ji bo pirtûkên tekamulê zêde ye." 
 
Berpirsiyarê Giştî yê Weşanxaneya Yazilimê Ogun Hakan Kuçukunal, anî ziman ku heta niha weşanxaneya wan 4 pirtûkên der barê tekamulê de weşandine. Kuçukunal got ku 3 jê têkildarî zarokên temenê wan di navbera 7-12'an de ye. Kuçukunal diyar kir ku di vê pêşangehê de ji van pirtûkan tenê yek di dest wan de maye. Kuçukunal got ku bi taybetî di sala dawî de eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên tekamulê heye. Kuçukunal sedema vê yekê jî wiha got: "Di salên dawî de guherînên di mufredatê û derxistina tekamulê ya ji mufredatê."Kuçukunal got ku malbat dixwazin di vî warî de hin tiştan hînî zarokên xwe bikin. Kuçukunal wiha got: "Em ji firotina pirtûkan jî dizanin ku li Tirkiyeyê civateke ku her diçe ji jiyana rojane, jiyana dibistanê û mufredata olî nerihet e heye."