Dêra dîrokî bû goma sewalan

img

WAN - Dêra St. Thomas a dîrokî ya li taxa Kanzak a navçeya Westanê, bû goma sewalan. 

Dêra St. Thomas a dîrokî ya li taxa Kanzak a navçeya Westana Wabê bi tunebûnê re rû bi rû ma. Dêra 400 metrî dorî Gola Wanê, li cihê ku lê dimîne mîna kartpostalekê xuya dike. Dêra dîrokî ji bo sewalan tê xebitandin.   
 
Dêra ku di sedsala 11’emîn de bi armanca alavên pîroz ên St. Thomas biparêze li aliyê serahîp Kîrakos ve tê avakirin. Piştî sedsala 16’emîn dêr cardin tê restorekirin û wekî keşîşxane tê bikaranîn. Dêra ku di sedsala 17’emîn de tê talankirin, roj bi roj heybeta xwe ya berê winda dike. Di sedsala dawî de jî hemû diwarên dêrê xera bûne û seydvanên defîneger çalên mezin lê vekirin û niha jî mîna koma sewalan tê bikaranîn.”
 
MA BILA TURÎST BÊN KOMÊ BIBÎNIN?
 
Lêgerîner nivîskar Îkram Îşler, têkildarî rewşa dêrê axivî û wiha  got: “Serdemekê li vir bawerî hebû. Hewariyên Hz. Îsa hebûn. Dengvedana stranan û beytan benû, lê roj hat û dêr mîna goman tê bikaranîn. Wezareta Çandê pênaseya vê derê dike û dixwaze turîst bên dêrê bibînin. Temam bila werin, lê turîst dê çi bibînin? Gava em li wêneyên li ser siteyên înternetê mêze dikin, dêr çavên mirov dibiriqîne. Lê dema turîst bikevin hûndirê derê dê rastî koma sewan bên. Dê ew turîst hevî şkestî bibin. Ji ber ku dêr ne weke nîşaneya dîrok, ji bo tiştên cûda tê bikaranîn. Berî demekê Midûryeta Çandiniyê, ji dêrê re rê çêkir, lê wesayît dernakevin jorê. Rêya Dêrê ji heriyê mirov nikare derbas bibe.”