Nivîskar Derwêşiyan çû ser dilovaniya xwe

img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Nivîskarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Elî Eşref Derwêşiyan li nexweşxaneya bajarê Kerec koça dawî kir. 

Nivîskarê kurd ê ji bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê Elî Eşref Derwêşiyan li nexweşxaneya bajarê Kerec di temenê 76 salî de koça dawî kir. Hevsera Elî Eşref, Şanaz Darabiyan bi telefonê ku ji ajansa ROJnewsê re axivî agahiyên wefata Derwêşiyan piştrast kir.
 
Nivîskar Derwêşiyan di nîsana 2007’ê de ji ber tansiyona zêde, aliyekî mejiyê wî xwîn çû ser û li nexweşxaneya Ayranmihr a Tehranê hat emelyatkirin. Derwêşiyan di 26’ê tebaxa 1941’an de li bajarê Kirmaşan hatiye dinê. Her wiha xwendina xwe ya zanîngehê li Tehran xwend. Zêdetirê 30 pirtûkên wî yên bi zimanê Farisî li ser çand û hunera kurdî nivîsin e hene.
 
Gelek pirtûkên wî ji bo zimanê kurdî û gelek zimanên din ên cîhanî hatine wergerkirin.