Bernameya Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû

img

AMED - Bernameya meha Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Wê di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan bê vekirin û 2 lîstikên şanoyê bên lîstin.

  Bernameya meha Mijdarê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû. Wê di çarçoveya bernameyê de pêşangeha wêneyan bê vekirin û 2 lîstikên şanoyê bên lîstin. Wê promiyera lîstika “Wê Hesab Neyê Dayîn” û lîstika “Sê Ezezok” a zarokan bê lîstin û her wiha dê pêşangeha “Bêsînor” a tevlîhev a Murat Satici jî bê vekirin. 
 
Di lîstika “Li Rawestgehê Sê Ezezok” ku ji aliyê Ozer Tunca ve hatiye nivîsandin û Ruknettin Gun derhêneriya wê dike de, behsa têkiliya 3 sûtalên ku dema li rawestgehê li benda otobêsa jimare 24’an e. Di lîstikê de zimanê laşî tê bikaranîn û bi çeşnê xwe drama ye. Wê lîstik di 5’ê Mijdarê saet di 12’an de bê lîstin.” 
 
Lîstika din jî “Wê Hesab Neyê Dayîn” e. Ev lîstik di sala 1974’an de ji aliyê Dario Fo ve hatiye nivîsandin. Lîstik behsa zor û zehmetiyên karkerên li berbajarên Îtalyayê bi wan re rû bi rû dimînin dike. 
 
Derhênerê lîstikê Ruknettin Gun e û wê di 3’yê Mijdarê saet di 19.00’an de li Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin.