Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’

img
AMED – Li Amedê nivîskarên kurd bi boneya pirtûka “Seher” a Demîrtaş bi sernavê “Nivîskar Seherê dixwînin” gotûbêj li dar xistin. 
 
PEN’a Kurd û Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Amedê bi boneya pirtûka “Seher” a Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî bi navê “Nivîskar Seherê dixwînin” bi hevkarî bernameyek gotûbêjê li dar xistin. Bername li avahiya Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Hejmara 1’emîn a Amedê pêk hat. Di bernameyê de gelek mamoste û nivîskar amade bûn û wêneyên Demîrtaş hatin daliqandin. 
 
Ji ber Demîrtaş girtî ye parêzer û nivîskar Muharrem Erbey û nivîskar Îlhamî Sîdar, Nurcan Baysal û mamoste Îbrahîm Halîl Taş gotûbêj amade kirin. Erbey moderatoriya gotûbêjê kir û pirtûkê da nasîn. 
 
Pişt re Nurcan Baysal beşa çîroka “Dê dawiya wê bibe ewreng (Sonu muhteşem olacak)”, Îlhamî Sîdar beşa çîroka “Denîzkizi”, mamoste Îbrahîm Halîl Taş jî beşa “Silav ji çavê belekî re (Selam kara gözlere)” ku wergerandibû kurdî xwend. Herî dawî jî Muharrem Erbey jî beşa destpêkê ya pirtûkê “Îçîmizdekî erkek Seher” ji beşdarvanan re xwend. 
 
Nivîskaran li ser pirtûkê kurte nirxandin kirin û ji hin beşên çîrokên pirtûkê şîrove kirin. 
 
Gotûbêj bi nirxandin û pirsên beşdarvanan bi dawî bû.