Fîlmê bo bîranîna dayika Taybet hêjayî xelatê hat dîtin

img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Fîlmê "7 roj û 7 şev" a ku ji bo bîranîna Dayika Taybet hat çêkirin, hêjayî xelatê hat dîtin. Dayika Taybet li Silopiyayê bi guleya polîsan hatibû kuştin û cenazeyê wê hefteyekê li naverastê mabû.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê di dema "qedexeya derketina kolanan” polîsan li nav kolanê dayika Taybet Înan bi guleyê kuştibû û nehiştibûn ku cenazeyê wê hefteyekê ji naverastê bê rakirin. Derhenêr Alî Bozan jî ji bo bîranîna Dayika Taybet fîlmê "7 roj û 7 şev" kişand. Fîlm li Mihrîcana Fîlmên Kurt a Marmarîsê hêjayî xelata 2’emîn hat dîtin.