Platforma Şanoyan a Kadikoyê dest bi serdema nû kir

img

STENBOL – Platforma Şanoyan a Kadikoyê ku bi awayekî kolektîf hat avakirin, bi şahiya şanoyê ku dê di navbera 2-15’ê Cotmehê de bê lidarxistin dest bi serdema nû kir. 

Şanoyên dewletê, hêdî hêdî ji ber polîtîkayên hunerê yê îktîdarê tên girtin û gelek eywanên taybet ên şanoyê jî ji ber bêderfetiyên madî tên girtin. Di pêvajoyeke wisa de, 2 sal hin şanoger ji bo bi hev re van pirsgirêkên şanoyê çareser bikin hatin gel hev û Platforma Şanoyan a Kadikoyê ava kirin. Platform ji yekkirina 69 civatên şanoyê pêk tê û di heman demê de di encama piştevaniyeke kolektîf de derket holê. Bi şahiya şanoyê ku dê di navbera 2-15’ê Cotmehê de bê lidarxistin dest bi serdema nû kir. Avakar û endamê platformê Tunç Tatoglu der barê platformê de agahî dan. 
 
'ME ŞANO BIR TAXAN’ 
 
Tatoglu, diyar kir ku 2 sal berê platform ji nêzî 25 civatên şanoyî pêk hatiye û niha di bin banê wê de zêdeyî 60 komên şanoyî hene. Tatoglû ev tişt gotin: “Platforma me wek modelekê, bi piştevaniyî li Kadikoyê dest pê kir. Platformeke ku ji aliyê şanoyên taybet ve hatiye avakirin û li cîhanê gelek mînakên bi vî rengî tune ne. Ji bilî şahiya şanoyê ya yekemîn me sala çûyîn projeya xwe ya ‘Şanoya Cîran’ li darx ist. Di çarçoveya vê projeyê de me şano bir taxan. Me dikên xwe li 8 taxan dabeş kir û me heftê du rojan şano çê kir. Di heman demê de me li van deran ji mirovan re wateya şanoyê vegot. Em hewl didin ku îsal jî vê projeya xwe bidomînin.” 
 
'LI VIR RIKBERÎ TUNE YE, PIŞTEVANÎ HEYE’ 
 
Tatoglu, anî ziman ku şano û şanoger bi zext û zoriyan re rû bir û dimînin û di gelek sahneyan de sansur heye. Tatoglu, got ku wan li dijî mudaxiliyên îktîdarê platformeke hevpar ava kiriye û bi vê bertekê xwe nîşan didin û wiha domand: “Bi awayekî ser bi xwe, bi piştevaniyî bêyî berjewendiyî, kêliyekê be jî ji bo em li Kadikoyê atmosfera hunerê biguherînin hin tiştan dikin. Di heman demê de em derfetên wek dekor, ronahî ku di şanoyê de zehmet in bi hev re parve dikin. Li vir rikberî tune ye, piştevanî heye. Bi vê şahiya duyemîn re em dixwazin şanoyê bi mirovan bidin qebûlkirin.”
 
Şanoger Esin Aslan jî, anî ziman ku di rojên pêş de ew hewl didin ku vê şahiya şanoyî veguhêzînin qadên navnetewî û wiha got: “Em bi şahiyê dest bi serdema nû dikin û ew hewl didin ku hemû serdemên xwe bi şahiyê derbas bibin.”