Fîlma ‘Heft roj û heft şev’ layîqî xelat hat dîtin 2017-12-10 15:20:13   STENBOL - Kurte fîlma “Heft roj û heft şev” a Taybet Înan ku di dema qedexeyên derketina kolanê de jiyana xwe ji dest da vedibêje, li Rojên Fîlmên Mafê Mirovan a YE’yê layîqî xelat hat dîtin.    Kurte filma “Heft roj û heft şev” a Taybet Înan ku di dema qedexeyên derketina kolanê ya li navçeya Sîlopiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest da vedibêje, li 7’emîn Roja Fîlmên Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropa (YE) ku ji aliyê Delegasyona Tirkiyeya Yekîtiya Ewropa ve pêk hat de, layîqî xelata duyemîn hat dîtin.       Kurte filma derhênertiya wê Alî Bozan kir, îsal di 3’yemîn Mîhrîcana Kurte Fîlmên Navneteweyî ya Marmarîs de layîqî xelata “Duyemîn Fîlma Kurmaca” hatibû dîtin.