Fregmana belgefîlma Heskifê Sîya Avê weşandin 2020-01-01 12:08:43   ÊLIH - Fregmana belgefîlma Heskifê û Gundê Ewtê yê Êlihê ku piştî bendava Ilısû di bin avê de ma û çiroka 2 jinan tîne ziman hat weşandin.     Bi bendava Ilısu re gelek gund, navçe û warên jiyanê yên li bajarên Şirnex, Mêrdîn, Sêrt û Êlihê di bin avê de dimînin. Dîsa warê dîrokî yê 12 hezar salan Heskîf jî di bin avê de dimîne. Li gorî lêkolînan bi giştî 199 şûnwar dê di bin avê de bimînin. Piştî di meha tebaxê de çavên bendavê hatin girtin û av bû gol, heta niha herî kêm 35 gund di bin avê de man. Gola bendavê roj bi roj mezin dibe û av belav dibe. Yek ji şûnwarê di bin avê de dimîne jî Gundê Ewtê yê Misirca Sêrtê ye. Belgefîlma Siya Avê ku çîroka gundê Ewtê tîne ziman hat kişandin. Piştî nûçegîhanê ajansa me Metin Yoksu belgefîlm xelas kir, fragmana belgefîlma siya avê weşand.    Belgefîlm çîroka 2 jinên li Gundê Ewtê  ji dayik bûne tîne ziman. Jinên ku gundê wan di bin avê de dimîne, beriya ku gund di bin avê de bimîne cara dawî diçin gundê xwe ziyaret dikin û ji bo bîranîna gundê xwe yê hemû jiyana wan li wir derbas bû lorikan dilorînin.