Serlêdanên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî dest pê kir 2019-11-26 16:26:39 AMED - Serlêdanên ji bo 7'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku ji bo bîranîna helbestvan Arjen Arî bê sazkirin dest pê kir. Serlêdanên ji bo 7'emîn Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ku ji bo bîranîna yek ji nûnerên Wêjeya Modern a Kurdî Helbestvan Arjen Arî bê sazkirin, dest pê kir. Pêşbirk ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve tê lidarxistin. Şertên pêşbirkê, ji aliyê malbata Arjen Arî û Weşanên Sor ve li Şaxa Hejmar 1 a Egitîm Senê ya Amedê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hatin aşkerakirin. Nunerên Weşanên Sor Reşo Ronahî di daxuyaniyê de diyar kir ku pêşbirkê, bi armanca xwedî derketina li wêje û zimanê kurdî ku Arjen Arî kedeke mezin dayê li dar dixin.    BERHEMA BI SERKEVE DÊ BIBE PIRTÛK   Endamên juriya pêşbirkê ji Berken Bereh, Necla Arî (Xwişka Arjen Arî), Bêrîvan Zînzal, Fewzî Bîlge û Yeqîn H. pêk tê û serlêdanên pêşbirkê di navbera 26'ê Mijdara 2019'an û 1'ê Adara 2020'an de dê bên qebûlkirin.    Şertên pêşbirkê bi tevahî wiha ne:    "* Xelat dê bo berhemên bi zaravayê kurmancî hatiye nivîsandin bê dayîn.   * Weke xelata pêşbirkê berhema ku bi ser bikeve dê ji hêla saziya ku vê pêşbirkê li dar dixe ve, ji hêla Weşanên Sor ve bê çapkirin.     *Her kesê ku heta niha berhemeke wî/wê ya helbestê nehatibe çapkirin dikare serî lê bide.   * Malbata Arjen Arî û Weşanên Sor dê bi hev re kesekî/ê ku ji bo parastin û pêşvebirina ziman û edebiyata kurdî kar û xebat kiriye hilbijêrin û “xelata giramgiriyê/xelata rûmetê” bidinê.           * Berhemên ji hêla saziyek ve hatibe xelatkirin an di pêşbirkekê de xelat wergirtibe nikare tevlî pêşbirkê bibe.   * Berhemên ku tevli pêşbirkê bibin divê bi alfabeya latînî hatibin nivîsandin.   * Mafê lijneyê heye ku di dema çapkirinê de li ser berhema ku xelat wergirtiye guhertinan bike.   * Heke jurî ti dosyeyê hêjayî xelatê nebîne dikare xelat nede.   * Dosyeyên ku ji bo pêşbirkê bêne rêkirin divê di qabareya(hacm) pirtûkê de, 64 rûpel (4 form) bin.    * Dosye divê di formata A4 de, 5(pênc)nusxe û bi CDyek, USByek ku dosye tê de ye bê rêkirin ango bi awayê maîlê bête şandin.    * Dosyeyên ku bi kompûterê nehatî dîzaynkirin û CDyek, USByek pêve nekirî ango bi mailê nehatî şandin wê neyên nirxandin.   * Divê di dosyeyê de nav, nîşan an mexlas hwd. ku xwediyê berhemê bide nasîn tunebe.    * Helbestvanên ku beşdarî pêşbirkê bibin dê kurtejiyan, navnîşan û pêdiviyên bo têkiliyê di nav zerfeke devgirtî de rêbikin.    * Encama pêşbirkê dê di 15ê Gulana 2020an de, yanê roja cejna zimanê kurdî bê aşkerekirin û xelat jî dê sala bê di Fûara Pirtûkan a Amedê de bête dayîn.   * Divê dosye bi kargo yan bi posteyê, bo vê adresê bêne rêkirin: Yenişehir Mah., Ali Emiri 7. Sokak, No:22/7, Kat:1, Yenişehir/Diyarbakır (li ser navê Buroya Amedê ya Rojnameya Evrenselê)   * Serlêdanên rû bi rû nayên qebûlkirin.    * Dosyeyên ku bo pêşbirkê bêne rêkirin li xwediyê wan nayêne vegerandin.   * Endamên lijneya pêşbirka helbestê ya Arjen Arî, dê piştî encamê bizanin ka xwediyê berhemên ku dengê xwe dane wan kî ne.   * Kesên xwedî berheman divê di navbera 26ê Mijdara 2019an û 1ê Adara 2020an de dosyeyên xwe bişînin."