Bêhna behrê û pirtûkan bi hev re bû 2017-12-06 09:30:38 STENBOL- Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê xwendevan û pirtûkên kevn gihandin hev. Pirtûkfiroşan got ew ji ber eleqeya hat nîşandan kêfxweş in û wiha gotin: "Bêhna behrê, bêhna pirtûkan hemû bi hev re bûn."  Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê ku 40 sahaf beşdarî wê bûn, di 18'ê Mijdarê de dest pê kir û di 3'yê Kanûnê de jî bi dawî bû. Li Mîhrîcanê pirtûkên kevn, plak, belge, nexşeyên kevn û gelek amûrên entîke hebûn. Serokê Komeleya Sahafên Beyoglûyê Umît Nar, anî ziman ku mîhrîcan xweş derbas bûye û bêyî ku destekeke sponsorî hebe, ew bi awayekî kolektîf hatine gel hev. Nar, anî ziman ku tevî hemû kêmasiyan jî mîhrîcan baş derbas bûye û zarok û xwendevanên hatin ji mîhrîcanê zaf menûn bûne.    Nar, dest nîşan kir ku elqeyeke zêde ji bo pirtûkan hebû. Nar got ku di mîhrîcanên de pirsa pirtûkên dema niha nehatiye kirin û ev yek ji bo wan bûye cihê kêfxweşiyê. Nar, diyar kir ku ji ber mîhrîcan li gareke dîrokî bû, eleqe hîn bêtir bû û wiha got: "Pirtûkhez di nav vê dîrokê de pirtûkan dibîne, wêneyan dikişîne. Mesela kesên qet li trênên banliyoyê siwar nebûne, bi wê bahaneyê dihatin. Jixwe Haydarpaşa li qeraxa behrê ye; bêhna behrê û bêhna pirtûkan hemû bi hev re bûn"    'ELEQEYA JINAN EZ KÊFXWEŞ KIRIM'    Xebatkara Ege Sahafê Betul Gedîk jî diyar kir ku ew ji eleqeya xwendevanên Kadikoyê menûn mane û wan di mîhrîcanê de hewl daye ku xîtabî her derdorê bikin û ji ber vê wan hem cih daye pirtûkên sahafiyeyî hem jî yên rojane. Gedîk, anî ziman ku meraqa jinên ciwan ji bo pirtûkên di dîrokên kevn de hatine çapkirin hebûye û ev yek jî ji bo wan bûye cihê kêfxweşiyê.    Xebatkar Plakhaneyê Denîz Bayrak ku bi plakan tev li mîhrîcanê bû, anî ziman ku ew jî ji mîhrîcanê menûn mane. Bayrak, got ku di serdemeke înternetê de awayê mezaxtinê ya mirovan jî guheriye û bi taybetî jî di warê çand û hunerê de ji ber mezaxtiya li ser înternetê wê hîsiyata temasê ya mirovan winda bûye. Bayrak, got ku tevî wî du sahafên din jî plak anîne û wiha got: "Di dema mîhrîcanê de muzîk qet kêm nebû. Plakên me ji sibehê heta êvarî lê diketin. Ji her terhî muzîk hebû."