Aykol û Ondeş li TUYAP'ê bi xwînerê xwe re hatin cem hev 2019-11-10 16:06:21   STENBOL – Rojnameger Huseyin Aykol, bi pirtûka xwe ya “İlginç Zamanlarda Yaşamak” û nivîskar Muharrem Ender Ondeş bi pirtûka xwe ya "Yüksek Bir Gönül Makamına" di pêşengeya TUYAP’ê de bi xwînerê xwe re hatin cem hev.    38'emîn Pêşengeha Pirtûkan a Navneteweyî ku ji aliyê TUYAP'ê ve li Stenbolê hat nêşandan, berdewam dike. Di pêşengehê de Rojnameger Huseyin Aykol, bi pirtûka xwe ya “İlginç Zamanlarda Yaşamak” a ji Weşanen Aramê hat çapkirin û nivîskar Muharrem Ender Ondeş bi pirtûka xwe ya "Yüksek Bir Gönül Makamına" a ji Weşanên Otekî hat çapkirin, bi xwînerê xwe re hatin cem hev. Nivîskar û Rojnameger Huseyin Aykol, di standa Weşanên Aramê de bi xwînerê xwe re hat cem hev û pirtûka xwe îmze kir. Aykol, diyar kir ku di vê pirtûkê de jiyana xwe û çîrok û kevneşopiya çapemeniya Kurd a ji salên 1990’î heta niha tîne ziman.    Xwîneran eleqeyek zêde nîşanî pirtûkên Huseyin Aykol û Muharrem Ender Ondeş dan.