Pirtûka Hamît Geylanî ya derbarê têkoşîan Şêx Ubeydullahê Nehrî derket 2019-11-05 09:18:01 STENBOL – Serokê Giştî yê BDP'ê yê berê Hamît Geylanî ku têkoşîna Şêx Ubeydullahê Nehrî kir pirtûk, anî ziman ku xwestiye xwendevanan ber bi salên destpêkê yên têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ve bibe.  Pirtûka Şeyh Ubeydullah Nehrî, Kurt Mucadelesînîn En Genîş Damari" ya Serokê Giştî yê BDP'ê û Parlemneterê BDP'ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylanî derket. Pirtûk ji Weşanên Belgeyê derketiye û bal dikişîne ser perspektîfa Tevgera 1880'yî ya Şêx Ubeydullahê Nehrî.    Geylanî, derbarê pirtûka xwe û yekîtiya neteweyî de axivî.    'LI HEMBERÎ OSMANLÎ Û XANEDANA KAÇARÊ'    Geylanî, destnîşan kir ku divê tevgerên kurdan baş bên lêkolînkirin û şaşiyên berê neyên dubarekirin û got: "Eger 100 sal berê tevgerek, serhildanek çê nebûna, wê tiştên niha wisa bi hêsanî çê nebûna. Tevgera Şêx Ubeydullah, di dîroka têkoşîna gelê kurd de tevgera herî berfireh e. Tevger li hemberî Osmanî û xanedana Kaçarê (Îran) pêk hat. Têkoşîna li çar perçeyên Kurdistanê ya li hemberî Osmanî û Kaçaran, tenê ne ji bo yekîtiya gelê kurd, ji bo yekîtiya Kurdistanî yanî ji bo yekîtiya bawerî û aîdiyetên cuda jî hat destpêkirin."   Geylanî, bibîr xist ku Şêx Ubeydullah sirgûnî Mekkeyê hatiye kirin û li Mekkeyê miriye û got: "peyrewên Ubeydullah tevkariyeke girîng li têkoşîna kurd kirin. Neviyê wî Seyîd Abdulkadir di Serhildana Şêx Seîd de tevî kurê xwe tê daliqandin. Seyîd Abdulkadir hem serokê Cemiyeta Kurt Tealiyê bû hem jî di Tevgera Şêx Ubeydullah de serfermandar bû. Ew û peywrewên wî hem di tevgera Barzanî de hem di Tevgera Komara Kurd a Mahabadê de hem jî di tevgerên li Tirkiyeyê de alîkarî kirine."    Geylanî, destnîşan kir ku Tevgera Şêx Ubeydullahê Nehrî xwedî wesfên neteweyî ye û got: "Tevgera Ubeydullah, çeperên herêmkiyî û ferasetên berteng dişikîne û yekîtiya kurd û bawerî û aîdiyetên din ji xwe re dike armanc û îro bûye yek ji diyarkerên têgeha 'Neteweya demokratîk" ku tê nîqaşkirin. Îro li Qamişlo, li Rojava kurd, ereb, tirkmen, nastûrî, suryanî û ermenî mil bi mil têdikoşin û ji bo pêşerojeke azad ibin cihê hêviyê. Ev pirtûk jî xwendevanan ber bi salên destpêkê ve dibe ku di wan salan de hêvî şax vedabû."    YEKÎTIYA NETEWEYÎ   Geylanî, destnîşan kir ku di dema Ubeydullah de yekîtiya neteweyî pir girîng bû û got: "Di têkoşîna kurdan de hesta yekîtiyê pir girîng e. Ev yekîtî di nav malê de dest pê dike. Mirov pêşî li mala xwe, li gundê xwe, li qezaya xwe û li welatê xwe yekîtiyê çê dike. Min tim bihîstiye gotine, li Îranê kurd û ecem birayên hev in; li Sûriye û Iraqê kurd û ereb birayên hev in; li Tirkiyeyê kurd û tirk birayên hev in. Ev gotinên xweş in, lê ji dil nehatiye û ji kurdan re negotine kurd. Kêmasî ev e."    Herî dawî Geylanî got: "Ancax kongreya neteweyî dikare vê kêmasiyê temam bike. Kurdistana Başûr hay ji vê yekê heye. Em bi hêvî ne. Wê bi Kongreya Neteweyî ya Kurd kurd bibin yek. Wê bi yekîtiya kurdan li Tirkiyeyê yekîtiya hemû bawerî û aîdiyetan, yekîtiya gelan çê bibe. Li hemberî hemû hêzên emperyalîst, li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê em dengê lingên têkoşîneke demokratîk dibihîsin. Em di nêz de van rojan bibînin."    MA / Mehmet Halit Çetinbaş