Avci: Divê ji bo zimanê lazî bi lez û bez bikevin tevgerê 2017-09-27 09:45:29 STENBOL – Di serdema perwerde û hîndekariya nû de hikumetê qet qala daxwazên zimanê zikmakî nekir. Adnan Avci yê liser zimanê lazî lêkolînan dike, diyar kir ku zimanê lazî bi tunebûnê re bi rû ye û xwest ji bo parastinê bikevin nav tevgerê. Hikumeta AKP'ê ya di perwerdeyê de gelek guhertin çêkir, niqaş jî zêde kir. AKP'a ku qet behsa zimanê dayikê nekir, gelek zimanên li Tirkiyeyê her roj bi tunebûnê re rû dimînin. Yek ji van zimanan jî zimanê lazî ye. Adnan Avci yê li ser ziman û çanda lazan lêkolînan dike, diyar kir ku ji bo zimanek bijî divê bi wî zimanî perwerde bê kirin.   LAZ PERWERDEYA ZIMAN DIXWAZIN   Avci destnîşan kir ku berî 5 salan di bin navê "Zimanên Dijîn û Zarava" de waneyên bijartî hatine dayîn û ji derveyê zimanê tirkî perwerde nayê dayîn û wiha got: "Zimanên din bi polîtîkaya dewletê tên wêderkirin. Her çendî waneyên bijartî hatibin dayîn jî, hişmendiyeke yek alî li holê ye. Di gotina 'Yek ziman, yek al, yek netewî' de lazan gelên ke tirkin û lazan jî para xwe girt." Avci piştrast kir ku zimanê lazî di rapora UNESCO'yê de cih digire û di bin xetereya tunebûnê de ye û wiha pê de çû: "Mirovên temenê wan li ser 30 salî re bi lazî dizane, lê nikare ragihîne. Ciwanên di bin 30 salî de fêm dike lê nikare biaxive. Heke zimanek ne zimanê perwerdeyê, xwe li jiyanê girtin ne pêkan e. Ji bo zimanek jiyan bike, divê perwerde bi wî zimanî bê dayîn. Lazan bi salan ziman xwest, lê hêj perwerde pê nehatiye dayîn."   ‘WEKÎ ZARAVA TÊ DÎTIN’   Avci got ku "Di 2-3 salên dawî de waneyên bijartî jî danîne holê, lê bi pêla nijadperestiyê re ev jî zêde balê nakişîne" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Saziyên dewletê jî çavkaniya aborî venaqetînin û ev balê nakişîne. Divê perwerdeya bi zimanê dayikê ji dibistana seretayî heta zanîngehê bê dîtin. Dema hûn li mufredatê temaşe dikin, tenê tiştên der barê lazan û Derya Reş de, tiştên piçûkxistinê hene." Avci destnîşan kir ku lazî wekî zaravayekî tê dîtin û di bin gefên pişaftinê de ye.   ‘DIVÊ BI LEZ BIKEVIN NAV HEWLDANAN’   Avci derbirî ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafek e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê çand û zimanên gelek cuda hene, divê ji ziman û çandên cuda re hurmet bê nîşandan. Li cîhanê gelek welatên pirzimanî hene û bi gelek zimanan perwerde tê dayîn. Tirkiye yek jî welatên xwedî gelek zimana ye û bi zimanên cuda perwerdeyê nade. Em hêvî dikin ku saziyên sivîl piştgiriyê bidin zimanan û wan bi pêş bixin. Zimanê lazî bi tunebûnê re rû bi rû ye, divê bi lez bikevin tevgerê."   ‘DÛRÇÛYÎN NE HEWCE YE, LI BER SERÊ ME ROJAVA HEYE’   Avci anî ziman ku wî di salên 90'î de der barê çand û zimanên gelan de dest bi lêkolîn û xebatan kiriye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo zimanê lazî hewldaneke taybet tune. Ji bo wê jî em tenê xwe dispêrin saziyên dewletê û wezîrên wan. Ev 10 sal e em ji bo perwerdeya ziman di nav hewldanan de ne, lê 10 salê din jî em nikarin bisekinin. Destanên di zarokatiya min de dihatin gotin, parçeyekî jiyana civakî bû. Niha ji nirxandinekê wêdatir tiştek tune. Lazî tune dibe. Ji bo gavavêtinê pêwîstî bi tiştekî zehmet tune. Li ber serê me Rojava heye û xwedî pergaleke demokratîk e. Her kes bi zimanê xwe perwerdeyê dibîne. Divê pergala li cîhanê li Tirkiyeyê jî bê rûniştandin û ev hêviya me ye sereke ye."