‘Tevî krîzê û şer jî xwîner xwedî li pirtûkên kurdî derdikevin’ 2019-10-03 11:05:14 AMED – Weşanên Ar ku bi piranî li ser ziman û wêjeya kurdî weşanê dike bi gelek berhemên kurdî beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bû. Berpirsê weşanê Mevlût Aykoç, diyar kir ku li gel pêvajoya krîza aborî û şer jî gelê kurd xwedî li ziman, wêje û dîroka xwe derdikeve.  Li Amedê Pêşengeha Pirtûkan a 7’emîn di roja 6’emîn de berdewam dike. Pêşengeha di 28’ê îlonê de dest pê kir dê di 6’ê cotmehê de bi dawî bibe. Taybetmendiyê pêşengehê ew e ku îsal 9 rojan wê bidome. Îsal 160 weşanxane beşdar bûne û nêzî 250 nivîskar û helbestvan panel li dar xistin û pirtûkên xwe îmze kirin.    Di 6 rojan de nêzî 100 hezar însan ango xwîner Pêşengehê ziyaret kirin. Berpirs û xwediyên weşanxaneyan û nivîskar dibêjin ku îsal eleqeya ji bo pirtûkên kurdî ango standên kurd jî gelek baş e.    Yek ji van weşanxaneyan jî Weşanên Ar e ku ji Stenbolê hatiye. Weşanên Ar ev sala 3’yemîn e beşdarî Pêşengeha Amedê dibe û îsal bi dehan pirtûkên kurdî beşdar bûye. Pirtûkên li standa Ar bi giştî li ser rêziman û wêjeya kurdî ne.    ‘XEBATEK HEVPAR JI BO NIVÎSKAR Û WEŞANGERAN LAZIM E’    Berpirsê Weşanên Ar, Mevlût Aykoç diyar kir ku ew bi şanazî îsal jî Stenbolê hatine Pêşengeha Amedê û dema ew beşdarî pêşengehan dibin ji firotina pirtûkan wêdetir ew dikarin gelo bi heval, hogir, weşanger, nivîskar û weşangeran re têkiliyek girê bidin. Aykoç da zanîn ku heta niha her çiqas ew nebibûn xwedî saziyek weşangeran jî lê têkiliyên germ di navbera wan de çêdibin û heta xebatek hevpar li gel hev neyê birêvebirin pêşketin li ser kesayetiyê dimîne. Aykoç got ji bo nivîskaran jî xebatên hevpar dê hin bêtir nivîskariya kurd bi pêş ve bibe.    ‘LI GEL KIRÎZ Û ŞER JÎ XWÎNER ELEQE BAŞ NÎŞAN DIDIN’    Aykoç da zanîn ku bajarê Amedê ji bo wan hem bingeha xebatên zimên e û hem jî xebatên siyasî ye û bi vê yekê re jî girêdayî ji ber navendek pirçandî û dîrokek qedîme ew wek weşanger girîngiyê didin Amedê. Aykoç anî ziman ku her çiqas krîza aborî, şer û pevçûn li Kurdistan û Tirkiyeyê hebe jî û bandorek neyînî li ser jiyanê dike jî lê li gel vê yekê jî di nava çend rojan de bi deh hezaran eleqeyek mezin nîşanî Pêşengehê dan û xwîner herikîn ser dezgehên weşanxaneyên kurd û pirtûkan kirîn.    ‘ASTENGÎ RABIN DÊ ELEQE ZÊDETIR BIBE’   Aykoç destnîşan kir ku heke pêşiya zimanê kurdî were vekirin û bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn dê eleqeya ji bo weşanxaneyên kurd û xwendina kurdî hin bêtir bibe. Aykoç li gel hemû neyîniyan jî kurd xwedî li ziman û wêjeya xwe derdikevin û bi vê yekê re jî li siyaset û dîroka xwe jî xwedî derdikevin.    Aykoç bang li xwîneran kir ku xwedî li weşanxaneyên kurd û ziman, wêje û dîroka kurd derkevin.