Li Wanê du konser hatin qedexekirin 2019-09-27 11:56:44 WAN – Walîtiya Wanê bi hênceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir.  Şaredariyên navçeyên Qelqelî û Serayê yên Wanê xwestin konseran li dar bixin. Lê Walîtiya Wanê bi hênceta di çarçoveya qedexekirina çalakî û şahiyên li bajêr de ku ji bo 15 rojan ragihandibû konserên şaredariyên Qelqelî û Serayê qedexe kir. Dê hunermend Serhat Karakaş û Zozan Ozbey beşdarî konser ali Qelqeliyê bibûna. Qeymeqamiyê duh bi hênceta “ewlehiyê” biryar derxist ku konser hatiye qedexekirin. Hunermend û welatî êvarê çûn qada konserê lê destûr nehat dayîn konser bê lidarxistin. Konsera hunermend Kadîr Çat jî dê îro ji aliyê Şaredariya Serayê ve bihata lidarxistin. Kosnera Kadîr Çat jî bi heman hêncetê hat qedexekirin.    KONSERA MEM ARARAT JÎ HATIBÛ QEDEXEKIRIN    Beriya niha jî li Qelqeliyê konsera hatibû xwestin bê lidarxistin hatibû qedexekirin. Her wiha konsera Mem Ararat a li Wanê jî ji aliyê Walîtiya Wanê ve bi heman hêncetî hatibû qedexekirin.