Weşanxaneyên kurd ên beşdarî pêşengehê dibin: Werin em li pirtûkên kurdî xwedî derkevin 2019-09-26 09:17:23 AMED – Nûnerên weşanxanên kurd ên dê beşdarî Pêşengeha Pirtûkan a Amedê bibin diyar kirin ku weşangeriya kurd di pêvajoyek zehmet de derbas dibe û bang li xwîneran kirin ku hin bêtir eleqeyê nîşanî pirtûkên kurdî bidin.    Wê îsal di navbera 28’ê îlonê û 6’ê cotmehê de 7’emîn Pêşengha Pirtûkan a Amedê bê lidarxistin. Dê 130 weşanxane beşdarî pêşengehê bibin. Nêzî 200 nivîskar û helbestvan jî wê beşdarî pêşengehê bibin, panelan û şahiyên cuda li dar bixin û li ser stantên weşanxaneyan pirtûkên xwe îmze bikin. Pêşengha 9 rojan dê dewam bike serê sibê ji saet 10.00’an heta saet 19.30’an vekirî be.    WEŞAXANEYÊN BEŞDAR DIBIN    Dê îsal li Pêşengehê 20 weşanxaneyên kurd cihê têde bigirin. Weşanên Aryen, Sor, Apec, Peywend, Nûbihar, Rûpel, Deng, Wardoz, Hîva, Morî, Lis, Avesta, Sîtav, Dara, Ava û J&J û her wiha ji bilî van ji saziyên sivîl ên kurdan Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Komeleya Lêkolîna Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û Weqfa Mezopotamya jî dê standê vekin û pirtûkên kurdî pêşkêşî xwîneran bikin.    Nûnerên weşanxeneyên kurd ji xwîneran dixwazin ku hin bêtir eleqe nîşanî weşan û pirtûkên kurdî bidin.    ‘ATMOSFER XWÎNERAN JI KURDÎ DÛR DIKE’    Edîtorê Weşanên Dara Bawer Berşev got wan amadekariyên pêşengehê qedandiye. Berşev anî ziman ku ragihandina Rewşa Awarte (OHAL) li Tirkiyeyê demek dirêj bandorek neyînî li ser weşangerî û pirtûkên kurdî kiriye û got: “Wê serdemê gelek sazî û dezgehên kurdî hatin girtin. Firotina pritûkên kurdî demek kêm bûn. Lê ev demeke dîsa eleqeya ji bo pirtûkên kurdî hindik be jî zêde bûye. Lê li welat rewşa niha ya siyasî bandorek neyînî li ser weşangeriya kurdî dike. Xwîneran ji pirtûkan dûr dixe. Di nava salek dawî de weşanxaneyên kurd nêzî 60 pirtûkên kurdî çap kirin.”    ‘WEŞAXANE BI DESTEKA XWÎNERAN DIKARIN XWE LI SER PÊYA BIGIRIN’    Berşev diyar kir ku hindik be jî ew ji pêşengeha sala par kêfxweş mane û wiha got: “Pêşengeh alîkariya xebatên zihnî û çandî yên li bajêr dike. Li welat krîza aborî heye. Weşanxaneyên kurd jî para xwe ji vê krîzê digirin û hem di warê aborî de û hem jî di warê siyasî de di pêvajoyek zehmet de derbas dibin. Ez bang li xwînerên kurdî dikim; em wek weşanên kurd dikarin bi eleqe û xwendina kurdî li ser pêya bimînin.”    'KURD DIKARIN DESTEKÊ BIDIN WEŞANXANEYÊN XWE’    Nûnerê Weşanên Sor Reşo Ronahî jî destnîşan kir ku baca ji weşanxaneyan tê wergirtin gelek zêde ye û got: “Em dixwazin bila bacê hinek daxînin. Bac û kirîna kaxizan karê ji weşanxaneyan re nahêlin. Di demên dawî de firotina pirtûkên kurdî kêm bûye. Sedemê vê yekê jî ew e endîşeyên li hember kurdî û siyasî ye. Ji ber endîşeyan weşangeriya kurd pirsgirêkên pirr micid dijî. Pêwîste xwînerên kurdî destekê bidin weşanxaneyên xwe. Heke xwîner û civaka me destek nede dê pêvajo ango rojên zor li pêşiya weşanxaneyên kurdî be. Dem bi dem dewlet ji bo weşanxeneyên tirk, fonên teşwîqê xwedî li wan derdikeve. Lê weşanxaneyên kurd ji vê yekê mehrûm dimîne. Em îsal li benda 150 hezar welatî ne ku werin pêşengehê. Em hêvîdarin dê xwîner hin bêtir eleqe nîşanî pirtûk û weşanxaneyên kurd bidin.”    MA / Lezgîn Akdenîz