Hozan Kazo: Kilaman nebêjim ez ê di nav êşa xwe de bifetisim 2017-11-29 09:25:45 ÎDIR – Hozan Kazo diyar kir ku êşên gelê kurd dîtiye bi vegotina kilaman tîne ziman û wiha got: “Ez hemû êş û zextên li ser me diqewimin bi awazên xwe tînim ziman. Heke ez kilaman nebêjim ez ê di nav êşên xwe de bifetisim.”  Êş û lehengiya gelê kurd bi kilamên dengbêjan tên vegotin. Bi sedan sal e dengbêj bûyerên bi serê gelê kurd re derbas bûne tînin ziman û vê kevneşopiyê diparêzin. Yek ji van dengbêjan jî Hozan Kazo (Kazim Çakmaz) ê ji Îdirê ye. Hozan Kazo bi guhdarkirina dengbêjan û li zozanan xwe fêrî dengbêjiyê dike û bi stranan êş û azarên gelê kurd vedibêje. Hozan Kazo di sala 2010’an de kaseta xwe ya ewil a ji 11 kilaman pêk tê derxist.    Hozan Kazo mehên bihar û havînê li zozanan û mehên zivistanê jî li dawet û şevên taybet kilamên xwe dibêje. Hozan Kazo anî ziman ku li aliyekî dengbêjiyê ike û li aliyekî jî cotkariyê dike û ew dengbêjên herêma Serhedê ji xwe re mînak digire.    ‘EZ ZILMA LI SER ME DIBÊJIM’    Hozan da zanîn ku bi taybetî ew dengbêj Şakiro û dengbêj Tahiroyê Îdirê jixwe re mînak digire û bi taybetî jî klamên ew çêdike êşa di serdema Raperîna Çiyayê Agiriyê û êşên piştî wê qewimîne vedibêje. Hozan Kazo anî ziman ku êşên îro jî didomin çavkaniya kilamên wî ne û wiha got: “Ez îro jî jana li ser gelê kurd dibêjim. Hêj Çiyayê Agiriyê ji me re qedexe ye. Nahêlin em biçin axa xwe. Dema em diçin zozanên xwe jî rastî zext û astengiyên leşekran tên. Berê çi êş li Çiyayê Agiriyê qewimîne îro jî heman êş didin qewimandin û didomin. Hêj heman zext li wir hene.”    'ÊŞÊN ME DIBIN AWAZ’    Hozan Kazo diyar kir ku hêj zext, zordarî û êşên li herêmê tên jiyîn bandorê li ser kilamên wî dikin û got: “Ez hemû êş û zextên li ser me diqewimin bi awazên xwe tînim ziman. Heke ez kilaman nebêjim ez ê di nav êşên xwe de bifetisim. Dema ez kilaman dibêjin nefesek rehet distînim.”    Hozan Kazo da zanîn ku eleqeya nifşên nû û ciwan li hember dengbêjiyê kêm e û xwest ku ji heft salî heta heftê saliyan herkes li çanda xwe ya resen dengbêjiyê derbikeve.    MA / Mahmut Ruvanas