300 sal in qonaxa dîrokî îhtişama xwe diparêze 2017-11-25 09:09:12 ERZIROM – Li Erziromê, Qonaxa Paşabegê ku 300 sal berê hatiye çêkirin, mirovan ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibe.  Li navçeya Yaqûtiyê ya Erziromê, Qonaxa Paşabegê hîn jî wê îhtiaşama xwe ya dîrokî ya 300 salan diparêze. Amûrên di hundurê qonaxê de, serdêran ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibe.    Neviyê Paşabeg Hakîm Akgur rabirduya qonaxê vegot. Akgur anî ziman ku du mîrkutok bi deriyê qonaxê ve bûn. Akgur got ku ji van mîrkutokan ê mezin ê mera bû û yê zirav û narîn ê jina bû. Akgur ev tişt gotin: “Dema dengê qalin ji mîrkutok bihatana mêran derî vedikir, dema dengekî nazik û kubar derketana jinan derî vedikir.”    Dema mirov ji deriyê derve dikeve hundur, di hundurê vê mala dîrokî de du nêrdewan li ber çavan dikevin. Akgur got ku ji van nêrdewanan yek ber bi odeya jina û ya din jî ber bi ya mêran ve diçe. Akgur behsa ocaxa li metbaxê jî kir û wiha got: “Navê vê ocaxê baba ye. Biwêja tirkî ya ‘Baba ocağı sönmüş’ji vir tê. Berî bav bimire ocax li vir tê vêxistin. Lê piştî mirina wî, careke din ev ocax nayê vêxistin. Ev biwêj ji virt ê. Niha navê ocaxa baba bûye şomîne.”    Akgur beşa “hare” ku li ber nêrdewanê ye nîşan da û got ku, ji bo jin sohbetê bikin di vir re derbasî odeyê dibin.    JI SERDÊRAN XALÎ NABE   Hema bêje hemû tawan û dîwarên wê bi xeml û xişiran hatine xemilandin û di hundurê qonaxê de gelek berhemên dîrokî hene. Ev qonaxa ku mirovan ber bi rêwîtiyeke dîrokî ve dibe, ji serdêran xalî nabe.    MA / Mujdat Can