Bi atolyeyê xêzkirina wêneyan fêr dikin 2017-11-22 09:33:56 WAN – Li Wanê Gulîstan Bîlgîç û Murat Saglik bi navê “Pîgment” atolyeya wêneyan vekir. Her du hevalên hev dixwazin di dema pêş de gelek beşên hunerê li atolyeya xwe zêde bikin.  Mamosteyên wêneyan Gulistan Bîlgîç û Murat Saglik li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi navê “Pîgment” atolyeya wêneyan vekirin. Her du mamosteyên li Beşa Wêne ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê mezûn bûn her çiqas li ezmûnan xebitîn jî lê tayîniya wan mamostetiyê derneket. Mamosteyan biryara avakirina vê atolyeyê dan û diyar dikin ku dê di dema pêş de li ser beşên din ên hunera alternatîf jî li karên xwe hunerî zêde bikin.   ‘ARMANCA ME EW E KU EM ZANYARIYÊ XWE PARVE BIKIN’    Gulistan Bîlgîç destnîşan kir ku 8 sal e bi wêneyan re eleqedar dibe û piştî salên zanîngehê heta niha li ser avakirina atolyeyek wêneyan difikirîn. Bîlgîç da zanîn ku ew hevalê xwe Murat bi hev re kar dimeşînin û got: “Armanca vekirina atolyeyê ew e ku em zanyariyê li gel xwe bi xwendekarên xwe re parve vkin. Em hem dixwazin fêr bikin û hem jî bi xwendekarên xwe re hîn bibin.”    ‘EM Ê BI KÊFXWEŞÎ FÊR BIKIN’    Bîlgîç anî ziman ku ew ê di nava demê de gelek beşên hunerê li karê xwe zêde bikin û wiha axivî: “Me bi wêneyan dest pê kir lê dê ev di siberojê de mezin bibe. Di asta ewil de herkesî vê xebatê eciband. Nêrînên hevpar û erênî hêz dide me. Sînorkirina temen li qursê tune ye. Her roj qurs vekiriye. Divê mirov ji wêneyan hez bikin. Bila kes nebêje ‘hunera desta pêk naynim.’ Hemû kes bi hezkirinek mezin dikare vî karî bike û em ê jî bi kêfxweşî fêrî wan bikin.”