Şanoya Bajêr a Amedê bi berhemên Arîstofanes û Darîo Fo tên 2017-09-26 09:16:46 AMED - Şanoya Bajêr a Amedê di sezona nû de dê bi berhemên nivîskarê qerfî yê navdar Arîstofanes û nivîskarê lîstikan ê îtalî Darîo Fo, di 29'ê Îlonê de dest pê bike. Şanogerên kurd ên bi salan li Amedê di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe meşandin, piştî qeyûm tayînê şaredariyê kirin, peymana bi qeyûm re betal kirin û Şanoya Bajar a Amedê ava kirin. Şanogeran ji bo serdema nû zend û bendên xwe badan, dê di 29'ê Îlonê de bi lîstikên nivîskarên yewnan û îtalî dest bi xebata xwe bikin. Lîstikên ku wergerî kurdî hatine kirin, dîsa lîstikên ji bo zarokan jî dê pêşkêşî gel bikin.    DI SERDEMA NÛ DE ÇI HEYE?   Şanoya bajêr dê di 29'ê Îlonê de deriyê xwe ji temaşevanan re veke, di 6'ê Cotmehê de dê bi lîstika Arîstofanes ya Berî Zayînê (BZ) 442'yan de nivîsiye û pergalê rexne dike, bi gel re parve bikin. Lîstika bi navê "Mozên Keran" wergerî kurdî hatiye kirin û balê dikişîne ser desthilatdarî û edaletê ya serdema Yewnana Antîk. Dîsa lîstika Darîo Fo ya bi navê "Em nadin em ê nedin" jî wergerî kurdî hatiye kirin, dê ji temaşevanan re bê parvekirin.   Di serdema nû de tişta balkêş lîstikên zarokan e, dîsa atolyeyên drama û hunerî jî derdikevin pêş. Şanoger û derhêner Nazim Hîkmet Çalişkan û lîstikvan Kemal Ulusoy der barê serdema nû de agahî dan.   DAWIYA DAWÎ Û QIRIX DÎSA LI SER DIKÊ NE   Lîstikvan Kemal Ulusoy da zanîn ku di serdema nû de ew ê bi fikir û çalakiyên nû li pêşberî gel bin, dê hem li welat û hem jî li derveyê welat, turneyên nû li dar bixin. Ulusoy diyar kir ku wan bi Stand Up a "Dawiya Dawî" hem temaşevan dane kenîn û hem jî dane fikirîn û piştrast kir ku dê Qirix û Dawiya Dawî di serdema nû de dîsa li pêşberî temaşevanan bin. Ulusoy piştrast kir ku ew dê atoleyeyên hunerê yên nû jî vekin.   ARÎSTOFANES BI KURDÎ YE   Derhêner û lîstikvan Nazim Hîkmet Çalişkan jî destnîşan kir ku wan lîstika Arîstofones a bi navê "Mêşê Kera" wergerî kurdî kiriye, dê dest bi serdema nû bikin û wiha got: "Mijara vê lîstikê bi pêkanînên roja me ve girêdayî ne. Li Tirkiyeyê gelek bêhiqûqî pêk tên û ev lîstik zêdetir vê rewşê vedibêje."   Çalişkan da zanîn ku promiyeriya wê kurdî ye, lê lîstik bi zimanên cuda jî hatiye wergerandin û wiha pê de çû: "Lîstik yek perde ye, 3 ji wan jin, bi giştî 9 kes di lîstikê de cih digirin."