Bi Mîhrîcana Şanoya Amedê bêhna bajêr derket 2019-04-30 09:29:53 AMED – Mîhrîcana Şanoya Amedê ku di 26'ê Nîsanê de dest pê kir, didome. Endama Komîsyona Mîhrîcanê Berfîn Emektar, ji bo mîhrîcana ku atmosfera bajêr guherand got: "Amed bêriya dîmeneke wiha kiribû."    Mîhrîcana Şanoya Amedê ya 7'an di 26'ê Nîsanê de dest pê kir û wê heta 5'ê Gulanê bidome. Ji niha ve mîhrîcn atmosfera bajêr guherandiye. Piştî Rewşa Awarte hatibû îlankirin gelek çalakiyên êand û hunerê hatibûn qedexekirin û piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Bajêr a Amedê û navçeyên wê hatibûn kirin, çalakiyên çand û hunerî kêm bibûn û dihatin astengkirin.   Mîhrîcana îsal diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya ku par jiyana xwe ji dest dabû hat kirin. Mîhrîcan li Eywana Şanoya Çand Amedê ku kapasîteya wê 700 kes e tê pêşandan.    Endama Komîsyona Mîhrîcanê lîstikvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfîn Emektar, bal kişand ser eleqeya ji bo şanoyê.    Emektar, anî ziman ku siyaseta îktîdarê tesîr çalakiyên hunerî jî kiriye û got: "Di çarçoveya polîtîkaya asîmlasiyonê de ewilî qada çandê hedef hatin girtin. Ev bû sedem ku li bajêr çalakiyên çand û hunerî bên rawestandin. Hema bêje li bajêr ruhê çand û hunerê nemabû." Emektar, anî ziman ku mîhrîcana niha tê lidarxistin ev yek ji holê rakir.    ‘EV XWEDÎDERKETIN, XWEDÎERKETINEKE PIR BIQÎMET E'    Emektar, ji bo mîhrîcan û eleqeya ji bo mîhrîcanê got: "Amed bêriya dîmeneke wiha kiribû. Ji ber xwedîderketineke bi vî rengî em pir şanaz in. Xwedîderketineke bi vî awayî ya li şanoya kurdî, li zimanê kurdî pir biqîmet e. Em motîvasyona xwe ji berxwedana vî gelî digirin. Me jî barê ekt ser milê me kir. Me soz dabû vî bajarî. Me gotibû em ê tu carî dev ji şanoyê bernedin. Me got, bêyî şanoya kurdî bêyî şanoya alternatîf nabe û me kir. Di vê pêvajoyê de me biryar da ku em li cem gelê xwe bin."    Emektar, anî ziman ku temaşevanên Amedê temaşevanên vebijêr in û her lîtikê temaşe nakin û got: "Ev ji bo pêşketina şanoyê tiştekî pir girîng e. 25 lîtikan serî li Mîhrîcana Şanoya Amedê da. Lê me 11 lîtik daxilî mîhrîcanê kir. Mixabin mecbûr bû em hinan hilbijêr in. Çimkî temaşevan bia wayekî cidî nêz dibin û rexne dikin. Temaşevanên Amedê tenê bi awayekî hestiyarî nayên. Bi qasî em dibînin tercîh dikin û tên."    Emektar, şanohezan vexwand mîhrîcanê.    MA / Lezgin Akdeniz - Mehmet Şah Oruç