Dêra Ermenî terkî qedera wê hat kirin 2017-11-14 11:05:17 BEDLÎS - Dêra Ermenî ya Surp Garmrag Nişan, destpêkê kumbeta wê û dûrê jî stûnên wê rûxiyan. Şaredariya DBP’ê hewlda restore bike, lê piştî qeyûm hat tayînkirin, ev hewldan bê encam ma.   Dêra Ermenî ya  Surp Garmrag Nîşan a Kurubulak a taxa Hersan a Bedlîsê, xwediyê araziyê guherî, lê qedera wê neguherî. Di sala 1921’an de araziyê dêr lê dimîne, dan fabrîkayeke tekelê. Dêra ku heya sala 1990’an bi kumbetiya xwe saxlem bû, ji ber ku kes xwedî lê derneket, stûnên wê yên hûndir rûxiyan. Berî 6 salan jî kolonên dêrê yên 4 metre bilind ên li ser awayên lakêşe û nexş heyîn rûxiyan. Hevşaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bedlîsê Husyîn Olan ji bo restorekirina dêrê xebat dan destpêkirin, lê ji ber qeyûm tayînê şaredariyê hat kirin û Olan hat girtin, ev xebat di nivîde ma.    HEWLDANA ŞAREDARIYA DBP’Ê BÊ ENCAM MA    Olan, xwest lez bidin projeya amadekariyên restorekirina dêrê. Ji bo vê yekê Olan Patrîkxaneya Ermeniyên Tirkiyeyê ziyaret kir û bi Serpîskopos Aram Ateşyan re hevdîtin pêk anî. Piştî qeyûm hat tayînkirin û Olan hat girtin, hewldanên restorekirina dêrê bê encam man. Olan, ji bo dêrê veguherîne muzeya bajêr xebitî û gotibû li ser daxwazên heyî dê dêrê ji îbadetxaneyê re vekin.    MAKÎNEYÊN KAR LI BER DÊRÊ TÊN PARK KIRIN   Derdora dêrê mîna geraja şaredariyê tê bikaranîn û makîneyên kar ên şaredariyê li derdora dêrê tên park kirin. Her ku diçe dîwarên dêrê di derizin û kêm maye birûxe. Dêra ku bi tunebûnê re rû b rû ma, terkî qedera wê hat kirin, dîroka wê tê wêran kirin.