Hejmara 3'yan a Derwazeyê derket 2019-04-17 09:08:29 AMED - Hejmara 3'yan a kovara kurdî bo zanistên mirovî û civakî Derwaze ku di bin banê Weqfa Tahir Elçi ya Mafê Mirovan de tê weşandin, derket. Hejmara 3'yan a kovara kurdî bo zanistên mirovî û civakî Derwaze derket. Derwaze, li bin banê Weqfa Tahir Elçi ya Mafê Mirovan tê weşandin. Armanca Derwazeyê pêşxistin û bilindkirina zanistên civakî û mirovî bi zimanê kurdî û bi destûrên akademîk ên bilind e. Di hejmara sisêyan a kovarê de sê gotar, wergera metneke serekî, wergera gotareke Emîr Hesenpûr, çar têbîniyên lêkolînê digel sê nirxandinên kitêban cih digirin.   DI WÊJEYA KURDÎ DE 'FÎGURA BAV'   Di hejmara sisêyan de Suat Baran, li ser esasê têgehên Jacques Lacan yên “pergala sembolîk” û “bavê sembolîk” dikeve dû rengvedanên fîgûrê “bav” di edebiyata kurdî ya hevçerx de, li ber siya bêhizûriya bavan xal û deverên bêhizûr ên civaka kurdî destnîşan dik; Yilmaz Ozdil jî bi alîkariya çarçoveya teorîk a Marc Ferroyê dîroknasê frensî, peywendiya dîrok û sînemayê pêşiyê bi çavekî têorîk dinirxîne û paşê rengvedan û xuyabûna wê têkiliyê di çarçoveya civak û hunera kurdî de nîqaş dike, bi taybetî jî bi rêya tehlîlkirina wan dubendî û rûdanên ku li dor fîlma Reşeba ya Hisên Hesen qewimîbûn.   Di hejmara dawî ya kovarê de Marûf Ka‘bî (Marouf Cabi) jî berê xwe dide ser kitêba Ali Izzetyar ya bi navê The Last Mufti of Iranian Kurdistan (Axirîn Muftiyê Kurdistana Îranê) ku derheqê bîrmendê dînî  Ehmed Muftîzade û “Mekteb Qur’an”a wî ya piştî Şoreşa 1979an a li Îranê ye. Ka‘bî hewl dide nîşan bide ku pêwendiya navbera nasnameya qewmî û dînî û dirustbûna Îslama siyasî divê di nav kontêksta projeya modêrnîzasyona li Îranê ya sedsala bîstem bê nirxandin.   Di vê jimareyê de, wergera beşa “destpêk” ya Orientalism’ê, xebata pir navdar û girîng a Edward Said ku sala 1978an çap bûbû û bi gelek zimanan hatiye wergerandin, cih digire. Her sê wergêr Şehmuz Kurt, Rabia Agacan û Ergin Opengin têrma “Orientanlism” wek “Rojhilatnasî” werdigerînin û alternatîva “Şerqgerî” jî diyar dikin.   'ADALAR SAHİLİNDE'   Di vê hejmara Derwazeyê de gotara Prof. Emîr Hesenpûr a li ser strana bi navê “Ke dellên emro deşt û kêw şîne” jî bi wergera Ahmed Iskenderî cî digire. Lêkolîna Hesenpûr derdixe ku ev strana ku wî hizr dikir  “bi aşkerayî diyar e ku kurdî ye” li ser hewayê straneke Osmaniyan bi navê “Adalar Sahilinde” hatiye nivîsîn, û herwiha paştir guhertoyên erebî û yûnanî jî  hene û hemû alî stranê bi ya xwe hesab dikin.   STRANÊN KURDÎ YÊN DI KOLEKSIYONA JABA DE   Her wiha di vê hejmarê de Mesûd Serfiraz jî destnivîsên stranên kurdî ji arşîva Alexander Jaba tewsîf dike; Yaşar Kaplan jî beyteke bi navê “Şerê Kolana Qumriyê” pêşkêş dike. Metin Yuksel çend çavkaniyên farisî derheqê têkiliyên Îran û Osmanî/Tirkiye ji dora dawiya sedsala 19an heta nîveka yekem a sedsala 20an pêşkêş dike. Ergin Öpengin destxetên melayekî kurd ê bi navê Mela Se’îd Şemdînanî ji destpêka sedsala 20an dide nasîn.    DAHURANDINA PIRTÛKAN   Di vê hejmarê de sê nivîsarên nirxandina kitêbên bi kurdî, îngilîzî û tirkî jî hene.Fatih Seidî kitêba Behrûz Çemenara bi navê Şanamey Kurdî, Marlene Schäfers pirtûka Wendelmoet Hamelink bi navê The Sung Home: Narrative, Morality, and the Kurdish Nation (Mala Ji Kilaman: Vegêran, Exlaq, û Neteweya Kurd) û Cumhur Ölmez kitêba Ayhan Tek bi navê Hâmîsiz Şâir, Babasız Metin: Mem û Zîn ve Osmanlıca Çevirileri Üzerine Bir İnceleme (Şa’irê Bêhamî Metna Bêbab: Vekolînek li ser Wergerên bo Osmanî yên Mem û Zînê) dinirxînin.