'Ji ber krîza aborî êdî kes nikare pirtûkan jî bikire' 2019-04-11 09:03:52   ÎZMÎR - Weşanxaneyên tev li Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê bûn, bilêv kirin ku ji ber krîza aborî êdî pir kes pirtûkan nakire.    Pêşangeha Pirtûkan a 24'an a Îzmîrê di roja 6'an de ye. Weşanxaneyên tev li pêşangehê bûne, anî ziman ku gelek kes tên pêşangeê lê belê kes xweşikî pirtûkan nakire. Berpirsiyarê Weşanxaneya Kor Kîtapê Bûrhan Yaşar, destnîşan kir ku ev yek ji ber krîza aborî wiha ye û got: "Betalî tesîrê li welatiyan dike û ji ber vê kes nikare tiştekî bikire." Coşar, anî ziman ku weşangerên muxalif li ber krîza aborî li ber xwe didin, lê belê ligel krîza aborî li ber zext û zoriyên siyasî jî li ber xwe didin.    Berpirsiyarê Weşanxaneya Dîpnotê Alî Emîn Turkmen, anî ziman ku ji ber zêdebûna dolar û eûro krîza aborî rasterat tesîrê li wan dike û got: "Ji ber kaxeza telîfê bi eûro ye, tu bikî nekî weşanger tesîrê jê digirin. Ji ber li Tirkiyeyê rewşa demokrasiyê nebaş e, hejmara xwendevanan jî kêm dibe."    Berpirsiyarê Weşanxaneya Îletîşîmê Erkan Akpinar jî, destnîşan kir ku hemû weşanxane tesîr ji krîza aborî girtine û nexasim jî ji ber kaxez bi dolar û eûro ye, maliyeta pirtûkan jî zêde bûye. Akpinar, anî ziman ku ji ber vê di 3 mehên ewil ên sala 2019'an de daneyên çapkirinê pir kêm bûne.   Berpirisyarê Weşanxaneya Ayrintiyê Îlbay Kahraman jî destnîşan kir ku weşangerî tesîreke mezin ji krîza aborî girtiye. Kahraman, anî ziman ku ji ber vê gelek weşanxane hatine girtin û hin jê jî ketine rewşeke wisa ku nikarin pirtûkaan çap bikin.    Berpirsiyarê Weşanxaneya sîtavê Qahir Bateyî jî bilêv kir ku di 2 salên dawî de rewşa weşangerên li Tirkiyeyê ne tu rewş e û got: "Tenê ne krîza aborî, krîzeke siyasî jî heye. Ev her du krîz tesîreke dijwar li pirtûkên kurdî dike. Ji ber krîza siyasî êdî mirov newêrin pirtûkan jî bikirin. Weşanxaneyên kurdî jî tesîr ji vê pêvajoya xirab girtin."    MA / Nîmet Olmez