Di roja dawî de eleqeya ji bo TUYAP'ê zêde bû 2017-11-12 14:31:09   STENBOL - Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî îsa cara 36'emîn hat lidarxistin, di roja dawî de eleqeya ji bo fûarê zêde bû.   36'emîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê ya Navneteweyî bi hevkariya Yekitiya Weşanxaneyên Tirkiyeyê û ji hêla Tum Fuarcilik A.Ş (TUYAP) ve tê lidarxistin. Fûara ku di 4'ê Mijdarê de dest pê kir û bi hin şahiyan xwe gihand pirtûkhezan. Ji ber ku dawiya hefteyê bû û roja dawî bû eleqeya ji bo fûarê zêde bû. Fûar dê saet di 19.00'an de biqede, dê îro pirtûka Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî (Seher) ku ji Weşanxaneya Dîpnotê derket, dê ji hêla 7 nivîskaran ve bê îmzekirin.   Dê li fûarê di pêşengiya Kor Kîtapeviyê de panela bi sernavê "Evrim Devrimi-Evrim Kuramının Dünü Bugünü ve Türkiye'deki Serüveni" (Duhê Îroyina Peresan Şoreş-Peresan û Biserhatiya li Tirkiyeyê), dê panelek bê lidarxistin, her wiha dê bi beşdariya Aysun Oner û Burcu Karakaş panela "Ayrımcılığın Gökkuşağı Halı" (Rewşa Keskesorê ya Cudakariyê) bê lidarxistin. Ji derveyê panel û îmzekirina pirtûkan, dê bi xwendevanan re gotobêj, atolye û pêşangeh bên lidarxistin.