'A tê tunekirin çîroka te ye' 2017-09-25 11:09:09   ÊLIH - Derhênerê Belgefilma Dîroka Mirina Avê ya Heskîf û Geliyê Dîcle kirî mijar Alî Ergul, belgefilma xwe ya ku mîna “A tê tunekirin çîroka te ye" diyarî “Jinên ku Heskîfê bêpeyv bilêv dikin" kir.     Derhêner Alî Guler têkildarî belgefîlma xwe ya bi navê Dîroka Mirina Avê ya derbarê Heskîf û Geliyê Dîcle ku bi çêkirina Bendava Ilisû re dê bimîne di binê avê de, axivî. Ergul, diyar kir ku di nava Geliyê Dîcle û Heskîfê de sembol heye û wiha got: “Di belgefilma xwe de min xwest li ser çem rawestim. Deng hene, kesên ku diaxivîn rûyê wan tuneye. Têkoşîna ji bo Heskîfê, têkoşîna hemû mirovahiyê ye. Ev mirov an mirin an jî hatin kuştin. Ji ber vê min xwest ez hinekê gelêrî bikim.”    ‘A TÊ TUNEKIRIN ÇÎROKA TEYE’   Ergul, da zanîn ku wî gotina “A tê tunekirin çîroka te ye” ya di belgefilmê de, ji gotina “A tê gotin çîroka te ye” ya helbestvanekê Romayî Karl Marx îlham girtiye û wiha domand: “Di belgefilmê de min xwest çi tê serê bajêrek were tune kirin, vebêjim. Derdekê min ê belgefîlmê bi profesyonel çêbikim tunebû. Min tenê xwest Heskîfê vebêjim. Mirovan anîn  ser ziman û ez jî ketim navbeynê. Ger em karibin vê belgefilmê bi gelek kesan bidin temaşekirin, wê demê bi wate dibe. Kesên ku Heskîfê nas nakin, wê demê dê nas bikin û tişta tê tunekirin dê bibîn in.”    ‘JINAN HESKÎF BÊPEYV ANÎN SER ZIMAN’   Ergul, bal kişand ser dema kişandina belgefilmê û wiha bilêv kir: "Ji bo jinên ne axivîne pir zehmetî dît. Jinan di belgefilmê de Heskîf bêyî ku bi peyîvin, anîn ser ziman. Bêyî gotin, felaketa ku dê di penabertiyê de bijîn, vegotin. Min jî belgefilma xwe diyarî jinên nekarîn biaxivin û bêdeng man kir.”   ‘EMÊ XWE TUNE BIKIN’   Ergul, bibîr xist ku ji bo Heskîf dibinê avê de nemin e, tim bawerî heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şansekê me yê ku em karibin vê dîrokê tune bikin tuneye. Ger ku em tune bikin, em ê xwe tunebikin. Ger em Heskîfê xelas bikin, em ê xwe xelas bikin. Ger em xwedî Heskîfê derbikevin, em ê li cîhanê pêşengtiya têkoşînên bi vî awayî bikin.”