Pêşangeha girtiyan 'Duvarlari Aşan Çîzerler' 2019-03-31 08:26:40   MÊRSÎN - Nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Delen Çizerler" der barê karîkaturîst û resamên girtî projeyek amade kir.    Ji avakarên Ekîba Gorulmuştur nivîskar-helbestvan Adîl Okay, bi navê "Duvarlari Aşan Çîzgîler" projeyek amade kir. Okay, ji bo vê projeyê xwe gihandiye karîkaturîst û resamên girtî. Okay, diyar kir ku bi vê projeyê wan xwestiye afirîneriya girtiyan xuyangtir bike.    Okay, diyar kir ku ji bo ew xwe bigihînin girtiyan wan pir hewl daye û got: "Piştî hewldanên dûr û dirêj 20 girtiyî karîkaturên xwe ji me re şandin.    Okay, destnîşan kir ku girtî di şert û mercên zor û zehmet de dixebitin, lê dîsa jî tiştên baş diafirînin û got: "Girtî, li hucreyên xwe bi malzemeyên kêm dixebitin. Mînak, rojnamevan-ressam Zehra Dogan li Girtîgeha Jina ya Tarsûsê, her çi qas pênûsên biboyax, firçe û tuwal qedexe bûn jî, bi xwîna reglê, bi bermayiyên fêkî û û zebzeyan boyax çêkiriye. Girtiyê bi navê Cebraîl Çakto, diyar kir ku ji bo projeyê name jê re hatiye lê belê bêyî ku amûrên xwe yên resman hilgire demidlest hatiye sirgûnkirin û li Girtîgeha Kalkandereyê malzemeyên resman nayên firotin."    LÊ DÎSA JÎ WÊ PÊŞANGEH BÊ VEKIRIN    Okay, got: "Tevî hemû astengiyan dîsa jî di dest me de 70 karîkatur hene û em ê bi van karîkaturan pêşangehê vekin. Lê belê di girtîgehan de bi sedan girtiyên bi vî rengî hene ku me nikaribûye xwe bigihîne wan."    Okay, diyar kir ku ew ê karîkaturên heyî ewilî di navbera 2-6'ê Nîsanê de li Atolyeya Hunerê ya Îçelê ya navçeya Akdenîz a Mêrsînê bidin nîşandan û got, armanca wan ew e ku afirîneriya girtiyan xuyangtir bikin.    MA / Ergîn Çaglar