Rewşenbîran bang li hikûmetê kir: Peywira xw ebi cih bîne 2019-03-27 09:38:30 ÎZMÎR - Rewşenbîran, diyar kir ku pêvajoya heyî ji demên darbeyan jî dijwartir e û ji bo grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.  Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin di roja 140'î de didome. Her wiha bi heman daxwazê li girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtiyî didome.    Hunermend Levent Uzumcu, Adnan Ozyalçiner û Nûr Surer bang li hikûmetê kirin ku gavina bavêje.    'BERPIRSIYAR HIKÛMET E'    Şanoger Levent Uzumcu, bi bîr xist ku li saziyeke dewletê girtî ji bo dengê xwe ragihînin dawî li jiyana xwe anîne û got: "Eger li girtîgehan mirov bikevin greva birçîbûnê û xwe bişewitînin û dawî li jiyana xwe bînin, berpirsiyarê vê yekê hikûmeta ku bûye xerîbê gelê xwe bi xwe ye."    ‘BIL PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'    Lîstikvan Nûr Surer jî got: "Pêvajoya niha em tê de ne bi her awayî pêvajoyeke êşbar e. Ev ji demên darbeyên herî giran jî diwjartir e. Bi taybetî jî piştî 15'ê Tîrmehê zext û zorî zêde bûn. Mafê girtiyan ê herî sereke mafê jiyanê ye û ev jî di berpirsiyariya dewletê de ye. Bang li dewletê dikim ku rojek berî rojekê peywira xwe bi cih bîne."    'DIVÊ DAXWAZA WAN BÊ QEBÛLKIRIN'    Adnan Ozyalçiner jî got: "Mafê jiyanê mafê me yê herî xwezayî ye. Ne mimkun e bê binpêkirin. Mafê her kesî ye. Bi taybetî jî mafê kesên azadiya wan hatiye binpêkirin. Mafê wan e wekî ehr mirovî bijîn. Ji bo vê divê demildest gavin bên avtin û daxwaza wan bê qebûlkirin."