Navenda Çandê ya Sokakê: Deriyê me ji herkesî re vekiriye 2019-01-23 09:23:05 STENBOL – Li Navenda Çandê ya Sokakê ku 4 sal berê li Taxa Gaziyê hat avakirin, atolyeyên wê yên ji bo erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şanoyê didomin. Navendê got deriyê wan ji herkesî re vekiriye.  Li Taxa Gazî ya navçeya Sûltangaziyê, 4 sal berê komeke ji 25-30 kesî pêk dihat ji bo li taxê çand, huner û wêje pêş bikeve Navenda Çandê ya Sokakê ava kir. Ji roja ku hatiye avakirin li atolyeyan dersên gîtar, flut, tembûr, şano, wêne û hwd. tên dayîn. Piştî hat avakirin 6 meh şûnde li Gazîosmanpaşayê jî şaxeke wê hat vekirin. Li li şaxa li Gazîosmanpaşayê jî heman atolye didomin. Endama navendê Temîne Arslan û rêveberê navendê Denîz Bolat der barê xebatên navenda çandê de axivîn.    ‘QULÛBA ZAROKAN JÎ HEYE'    Arslan bilêv kir ku atolyeyên wan bi piranî danê êvarî dest pê dikin û got: "Ji ber mirov dixebitin, me xwest piştî ji kar hatin bila bi rihetî bixebitin. Loma em êvarî didin destpêkirin. Atolyeyên me yên erbane, tembûr, gîtar, flut, govend, şano hwd. hene. Her wiha di bin navê qulûba zarokan de xebateke me yê din jî heye. Di vê qulûbê de xebatên der barê zarokan de tên kirin. Ev ji aliyê mamosteyên dildar ve tên kirin. Dersên şano, wêne, destkarî, zimanê îşaretê, nivîskarî jî di nav vê de cih digirin. Mamosteyekî me yê dildar dersên şanoyê dide. Zarok beşdarî gelek xebatan dibin. Xebatên li vir hemû belaş in. Ev xebat di nava hefteyê de piştî nîvro tên kirin. Dawiya hefteyê jî hene. Ev jî li gorî rewşa zarokan diguhere."    PIŞTGIRIYA MANEWΠ   Arslan, bilêv kir ku eleqeya ji bo atolyeyên zarokan pir zêde ye û got: "Çimkî derfetên mirovan tune ne. Nikarin zarokên xw ebişînin deverên dûr. Di warê maddî de jî pirsgirêk hene. Loma eleqeya ji bo vir zêde ye." Arslan, destnîşan kir ku xizmên zarokan jî piştgiriyê didin wan lê belê piştgiriya wan a manewî hêzê dide wan.    ‘BILA BÊN Û BIBÎNIN'    Arslan got: "Hin mirov bi pêşdarazî nêzî vir dibin. Li ber devê derî, li taxê hêzên ewlehiyê pir in. Wexta mirov çavan evana dikevin ditirsin. Ev çewisandin e. Ji ber vê mirov ditirsin. Lê bila werin bibînin, tev li me bibin da bibînin ku ev der cihê fealiyetên hunerî ye."    Rêveberê komeleyê Denîz Bolat jî got di warê dibistana havînê de ew xwedî tecrûbe ne û got: "3 sal in bi awayekî rêkûpêk bernameyên me yên dibistana havînê çêdibin. Di dema dibistana havînê de gelek hevalên perwerdekar tev li me bûn. Xwendekarên zanîngehê, mamsote piştgirî dan me."    Bolat, destnîşan kir ku mirov tenê ne di warê maddî di warê manewî de jî piştgiriyê didin wan û got: "Carinan em taştê amade dikin. Ji firqan bigirin heta pqaijkirina vir di her warî de piştgirî heye. Ev jî nîşaneya tiştên kolektîf e."    Bolat bang li şêniyên taxê kir û got: "Xebatên me belaş in. Deriyên me ji herkesî re vekiriye û em dikarin alîkariya herkesî bikin."    MA / Sadiye Eser