'Dema me digot lîstik bi kurdî ye dik nedidan me' 2019-01-22 09:18:47 WAN - Derhênerê lîstikên “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik” Nazmî Karaman, xwest zext û zoriyên li ser şanoya kurdî bên rakirin û got: "Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî bi xweşikî nikare bê pêşandan. Dema me dik dixwest û me digot şano bi kurdî ye dik nedidan me."  Piştî saziyên çandê hatin girtin û qeyûm hatin tayînkirin gelek komên şanoyê mecbûr man li cihwarên biçûk karên xwe bikin. Derhênerê lîstikên bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û "Mirin û Keçik" Nazmî Karaman rewşa şanoya Tirkiyeyê û çewisandinên li ser şanoya kurdî nirxandin.    'WEXTA BI KURDÎ BE DIK TUNE YE'    Karaman, bilêv kir ku li Tirkiyeyê wexta mijar şano be, divê şanoya kurdî cuda bê axaftin. Karaman, anî ziman ku bi salan e şanoya kurdî bi çewisandinan re rû bi rû ye. Karaman got: "Li Stenbolê gelek mîhrîcanên navdewletî tên lidarxistin. Ji Rûsya, Îngîltere, Almanya û gelek welatên din gelek kes tên û bi rihetê lîstikên xwe dilîzin. Lê wexta şano ya kurdî be pêşdarazî dikevin dewrê. Ji ber çewisandinên îktîdaran bi salan e şanoya kurdî xweşikî nikare bê pêşandan. Min li Stenbolê jî derhênerî kir. Mînak, li Stenbolê şaredariyeke CHP'î jî wexta me doza dikê dikir pêşî digot 'temam'. Lê wexta me digot lîstik bi kurdî ye, digotin 'em nadin' an jî 'eywanên me tije ne. Hîn jî min ev yek fêm nekiriye. Ev qas çewisandin ji bo çi ne? Axirê kurd jî li vî welatî dijîn û zimanê me jî kurdî ye. Mafê me ye ku em şanoya xwe bi zimanê xwe bikin. Wisa bawer dikim ku dê huner van çewisandinan ji holê rabike. Me ev yek li gelek qadan şiaknd. Lê ji bo vê divê em bêtir bitêkoşin."    ‘DIVÊ MENCEL VALA NEMÎNE'    Karaman, diyar kir ku li bajarên ku gelek kurd lê dijîn kesîn şanoyê dikin lîstikên xwe bi tirkî dilîzin û got: "Li Wanê ji xeynî şanoya dewletê 12 komên şanoyê hene. Ji xeynê Şanoya Mencelê yên din şanoya xwe bi tirkî dikin. Loma divê piştgiriya şanoya kurdî bê kirin. Divê herkes destekê bide Şanoya Mencelê. Eger li cihekî temaşevan tune bin, wê ne eywan ne jî lîstikvan hebin. Lê eger ev yek bi kurdî be divê beşdarbûyîn zêdetir be. Meha borî li vir mîhrîcanek çêbû. Mîhrîcan baş derbas bû. Girseyeke temaşevanan a vî bajarî heye. Loma divê Şanoya Mencelê qet vala nemîne. Li vir qadeke alternatîf heye û divê xwedî lê bê derketin."    Karaman, destnîşan kir ku divê bi her awayî xwedî li şanoya kurdî bê derketin.    MA / Cemil Ugur