Dê Ceylan û Veysel bi pêşbaziya wêneyan bibîr bînin 2017-11-02 09:52:31 AMED/ ÊLIH – Wê Egîtîm Sen, ji bo bîranîna Ceylan Onkol a 12 salî ku li Amedê ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin û dê ji bo bîranîna Muhmmed Veysel Atilgan ku di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da pêşbaziya wêneyan li dar bixe.  Şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, dê di çarçoveya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de hin çalakiyan li dar bixe. Di çarçoveya çalakiyan de li ser navê Ceylan Onkol a 12 salî ku di sala 2009’an de li Licêya Amedê bi topa hawanê hat qetilkirin pêşbaziya wêneyan hat destpêkirin. Di pêşbaziyê de du kategorî hene; yek jê kategoriya xwendekarên dibistana seretayî ya din jî kategoriya dibistana navîn e. Dîroka dawîn a serlêdanê 17’ê Mijdarê ye.    Şert û mercên beşdarbûyînê ev in:   * Wêneyên bên şandin divê li ser kaxezên ebata wan 35*50 hatibin çêkirin,    *Xwendekarên beşdarî pêşbaziyê bibin dikarin boyaxên pastel, boyaxên avî, boyaxa guajê, boyaxa zuha hwd. bi kar bînin,    * Herî dawî wêne saet heta 18.00’ê 17’ê Mijdarê wê bên qebûlkirin û divê ji şaxên Egîtîm Sen ên Amedê re bên şandin,    * Wê encam di 20’ê mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê de bên daxuyandin,    * Wê di kategoriyên dibistana seretayî û navîn de, taximên eşofmanan û pêlavên sporî diyarî 6 xwendekaran bên kirin,    * Divê li pişt wêneyan nav û paşnavê xwendekar, pola xwendekar, hejmara telefonê, temen, hejmara pêlavê, nav-paşnav û hejmara telefonê ya mamosteyê xwendekra/ê bê nivîsandin.    Her wiha Şaxa Egitim Sen a Êlihê jî, wê bi navê “Bi çavê zarokekî aştî” ji bo bîranîna Muhammed Veysel Atilgan ê 9 salî ku di 10’ê Cotmeha 2015’an de di komkujiya Gara Enqereyê de jiyana xwe ji dest da, pêşbaziya wêneyan li dar bixe. Wê xwendekarên dibistana seretayî û navîn karibin beşdarî pêşbaziyê bibin. Hat diyarkirin ku wê xwendekar heta 20’ê Mijdarê karibin serî lê bidin.    Dê xelata pereyî li 3 xwendekarên têkevin dereceya ewilîn bê belavkirin. Wê encam di 4’ê Kanûnê de bên daxuyandin.