Hunermend Atli şevê bi stranan geş kir 2019-01-05 09:30:41   AMED – Hunermend Mehmet Atli yê bi deng û stranên xwe yê xweş tê nasîn li Mordem Hunerê konser li dar xist û şevê bi stranên kurmancî û kirmanckî geş kir.   Mordem Huner a li semta Dîclekenta Amedê xebatên xwe yên hunerî birêve dibe konsera hunermend Mehmet Atli li dar xist. Gelek muzîkhez hatin konserê û li stranan guhdarî kirin. Atli bi ekîba xwe ya muzîkê derket ser dikê û bi dengê xwe yê xweş stranên ji hev xweştir got û olana awazên kurdî li salonê bilind kir. Hunermend Atli nêzî 20 stranên zaravayên kurmancî û kirmanckî got û şevê bi terza xwe ya henûn geş kir.   Welatiyan nakaratên stranan li Atli dubare kirin û dengê çepikan û awaza stranan li nav hev ketin û newayek xweştir bilind bû. Dema Atli dawî li konserê anî welatiyan li ser piya jê re li çepikan dan.