Muzîkjen Akbaş: Jiyan muzîkê bi teşe dike 2017-09-24 10:12:41   AMED – Muzîkjen Mehmet Akbaş, ku newaya muzîka kurd û newaya muzîka gerdûnê di nava hevde dirêse û berhemekî nû ava dike diyar kir ku ew ji koka xwe xwe xwedi dike û muzîkê pêş dixe. Akbaş, anî ziman ku muzîka kurd jî û muzîka gerdûnê jî bandorê wî dike û ya muzîkê bi teşe dike jiyana wê serdemê bi xwe ye.    Hunermendê kurd û muzîkjen Mehmet Akbaş, hem muzîka kurdî û hem jî mûzîka cîhanê di nava hev de dirêse û bi newayek nû derdikeve pêşerî guhdarê xwe. Akbaş, diyar kir ku herî baş ew bi muzîkê dikare xwe bîne ziman û bal kişand ser qeydkirina muzîka kurdî. Akbaş anî ziman ku muzîk ji bo wî awaz û nefes e û bi vê awaz û nefesê dikare xwe bîne ziman.    Akbaş, destnîşan kir ku wekî muzîkjenekî kurd beri her tiştî xwe ji koka xwe xwedî dike û wiha got: "Çavkaniya min formê me yên gelêrî ne. Dîsa çavkaniyen gerdûnê yê bê sînor in. Niha derfetên me yên em gelek cureyên muzîkê guhdar bikin heye. Ya ku muzîkê bi teşe dike hinekî serdema ku mirov têde dijî ye. Her mirov li gorî derfetên serdema xwe muzîkê ava dike. Albuma min 5 sal berê di Pîa de derket. Min normên gerdûnî kir hedef û min album amade kir. Ji ber vê yekê BBC  jî di navde di radyoyên cîhane de nêzî 10 stranên min hatin guhdarkirin. Li dîsteya Muzika Worldê de cih girt. Min bi muzîka xwe bi cîhana derve re pirek danî. Me muzîka herêma xwe derxist derve û me xwe bi sînor nekir.    PÊNASEYA MUZÎKA KURD BAŞ NAYÊ KIRIN   Akbaş, destnîşan kir ku zêdetir cih didin stranên Soran û wiha got: "Zimanê zikmakî yê Pia bêtir bi dimilî bû. Li aliyê dim me cih da zarava û zimanên din ên li ser ve erdnîgariyê jî. Stranên gelêrî yên min kom kirine û li ser xebitîme, repartuvara albuma min çe adike. Di muzîka kurdî de xebatên girîng û hilberînên girîng hene. Di salên dawî de stranên di lîsteya muzika world de hene û di rodyoyên cîhanê de tên guhdar kirin hene. Gelê kurd çiqas ji vê yekê agahdar e. Çapemeniyê çiqas cih da vê yekê. Gelê kurd bi van hunermendan re çiqas hat cem hev. Di civakên din de nûçeyên bi vî rengî dikin manşetên rojnameyan. Heta çend sal berê li herêmê bi sedan mihrîcan pêk hatin. Di van mihrîcanan de hunermenden ku hêzê dide muzîka kurd baş nehatin bi cih kirin.    JI BER STATUYA KURDAN TUNE STRANÊN KURDAN DIDIZIN   Akbaş, destnîşan kir ku di lêkolîn û berhevkirina muzîka kurdî de Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xebatên girîng kirin û wiha got: "Rêza Şahiya Stranan hebûn. Xwezî ev xebat bêtir pêş ketibûya û bidomiya. Ev xebatek gelek bi wate bû. Yek ji van xebatan strana me ya Leyla ye. Divê ev xebat bê nûjen kirin. Ne tenê stranên kurdan stranên gelên din jî pir dizîn. Sedema vê yekê ji ber kurd bê statu ne."    Niha du konserê me hene. Di 30'ê îlonê de li Stenbolê konserek me heye. Di 7'ê Cotmehê de jî konsera niviskara stranên me Birêz Ruşen Alkar heye. Em dê bi hevalê me Mirady re bi muzîkhezên Amedê re bên cem hev.  Her ku derfet çê dibin ez prajeyan çê dikim. Stranên ku min bi dimilî ji herêma Piranê û derdora wê  kom kirine hene. Di salên 90-2000'an de pirsgirêka çûn û hatinê ya Almanya hebû. Xebatên me yên Wenge Sodire hebû. Stranên ku min ji pir û kalên xwe emanet girtin jî pir zêde ne. Her ku min derfet dît min ji mirovên gundên derdorê jî kom kirin. Ez niha van stranan bi newaya xwe bi cîhanê re parve dikim.    Dayika min di malên şînê de zîmêr û lorîkan dibêje. Li cem me berê jinan di dawetan de mil dixistin mil û govend digerandin. Stranên govendê bi hevre digotin. Dîsa birayê min di muzîkê de ketiye pêşbirgê.    MA / Dicle Muftuoglu