Nivîskar Aktaş: Bêtir zalim bûn 2017-10-31 14:05:09 DERSIM -  Nivîskar Metîn Aktaş bi romana “Uzun Yaz (Havîna Dirêj)” a çîroka gelê li dijî tunebûnê li ber xwe dide girtiye dest, derket pêşberî xwinerên xwe.  Aktaş, têkoşîna gelê li dijî biyanîbûnê şerê hebûnê dide tîne ziman û rêwîtiya wan a lêgerîna çareseriyê digire dest. Aktaş, ku Dersim kiriye mijara xwe, helwesta hikûmetê ya li diji çand bawerî u xwezayê rexne kir u got: "Bêtir zalim bûn."  Romana Nivîskar Metin Aktaş a bi navê  “Uzun Yaz(Havîna Dirêj)” ji weşanxaneya Aramê hat çapkirin. Aktaş, di ropana xwe ya nû de rewşa herêmê bi çavê kesekî pîşan pêşkêş dike. Aktaş, behsa bijîşkekî Alman ê ku keça wî evindarî xortekî elewî yê kurd dibe û ji bo daweta wkan tê Dêrsimê û havînek dirêj li Dersimê derbas dike vedibêje. Aktaş, bi çavê bijîşkê ku havînek dirêj li Dersimê dimîne û serpêhatî û çavdêriyên wî yên li dijî gelê herêmê tîne ziman. Aktaş, bi çavê bijişkê Alman, xwezaya ku mirovan serdestî li ser nekeriye û civaka nûjen dixe nava lêpirsînê. Dîsa têkoşîna gelê li dijî tunebûnê, ji bo hebûnê li ber xwe dide û têkoşîna gelê li dijî biyanîbûn û bişaftinê têdikoşe digire dest. Nivîskar Aktaş, bi çavekî biyanî sedem û encama vê yekê lêkolîn dike û dixe nava lêpirsînekê. Aktaş, bi awayekî pispor û zimanekî herikbar romanê dirêse û bi hûnandike wejeyî pêşkêş dike.    Aktaş hem bi zimanekî wêjeyî mijarê digire dest û hem jî milê polîtîk derdixe pêş. Aktaş, êşa kesên din ne tenê wekî mijarekê, wekî perçeyekî nasnameya rewşenbirî digire dest. Nîşan dide ku nivîskarên bi wîcdan divê her dem bibe dengê bindestan û awaza wan belav bike. Nivîskar Aktaş ku piştî komkujiya sala 1938'an a Derismê ji dayik bû û bi çîrokê komkujiyê mezin bû, heta niha 15 roman nivîsandin.  Aktaş, di romanên xwe de çavkaniya wêjeya xwe ji çand, bawerî, erdnîgariya qedim digire û bi êşên elewî, êzîdî, ermenî û kurdan re tîne hemberî hev. Aktaş, diyar kir ku ew bawer dike wêje hêzên lêpirsînê yê civake tixe nava tevgerê û wiha got: “Roman û wêje her dem hiş û aqilê civakê zindî dihêle. Nerîna we ya li jiyanê radixe ber çavan."    Aktaş, helwesta nivîskarên li Tirkiye jî rexne kir û wiha got: "Di salên dawî de wêje ji civakê dûr dikeve û wiha got: "Esasê nivîskaran u wêjeyê di nava pirsgirêkê civakê de cih bigire û êş û şahiyê civakê parve bike. Êdî mafên tekakesî, ked, demokrasî, aştî, nan, xweşbînî, huner, evîn ne pêkan e.    LAWAZIYA TÊKOŞÎNA SIYASÎ DARBEYÊ LI WÊJEYÊ DIXE   Aktaş anî ziman ku  lawaziya têkoşîna siyasî, darbeyê li pêşketina wêjeyê dixe û wiha got: "Dîrok nîşanî me dide ku têkoşîna bi sedan salan li dijî zext, zordarî û metîngeriyê nirxên çandî û hunerî têk naçin. Ger ku li dijî neheqî, dogmayan tekoşîna politik lawaz bibe darbeyê li huner û wêjeyê jî dixe. Ger ku azadiya ramanê têk biçe, dê bibin mahkûmê tenêtiyê. Nivîskarên azadiya hatiye azadkirin diparêzin, her ku diçe di qalikê xwe de tenê dimînin. Lê tenêbûn ditirsîne. Tenêtî azadiya ramanê jî tune dike. "  Aktaş, ku di pirtûkên xwe yên berê de cih da bawerî û çanda herêmê, diyar kir ku li ser vê axê çanda sedan salan a gelan hat tunekirin û wiha got: "Yên bi saxî man Tertele hat serê wan. Ji destpêkê heta niha sûcê hatiye kirin bê dengî, neguhdarkirin, û rûbi rû nebûna rastiyan e. Ne tenê  li dijî yên di navbera 1915 û 1938’an de. Îro nedîtina warên dîrokî yên wekî Sûr, Cizîr, Nisêbînê jî heman tişt e. Mixabin bêtir zalim dibin. Mixabin ji şewata gundan heta bajarê nifîsa wan 200 hezar xera dikin talan dikin û wêran dikin. "    LI HERÊMÊ KELEH AVA KIRINE   Aktaş, anî ziman ku gel ji rewşa heyî ne kêfxweş û wiha got: "Wekî serdema nû kelehên betonî ava kirine. Gel tê îzolekirin. Rêveber jî di gettoyan de tên hepiskirin. Bi operasyonên leşkerî û OHAL’ê pirsgirêkên civakê gelek zêde bûne. Azadiya jiyan û ramanê ji destê mirovan girtiye."    DIXWAZIN DERSIMÊ BÊ MIROV BIHÊLIN   Aktaş, herî dawî destnîşan kir ku plana bê mirovhiştinê ya li Dersimê didome û wiha got: "Dibêjin erdnîgarî qedera mirov e. Îbni Haldun, dibêje yê mirovê rast dem dike xwezaya wî ye. Li Dersimê îsal havinek dirêj derbas bû. Daristana gelê Dersimê yê di nava xwezayê de dijî hat şewitandin. Destûr nedan ku daristanê vemirînin. Mirovan bi dilekî heqr û kerb temaşe kirin. Bi polîtîkayên li dijî sincên siyasî xweza talan kirin û wêran kirin. Ji bo Dersimê vala bikin û koçber bikin serî li hemû rêbazên qirêj didin."