Êdî fîlmê Charlie Chaplin li ser dika şanoya kurdî ye 2018-11-28 09:06:28 STENBOL - Fîlmê komêdiyê "Dîktatorê Mezin" ê Charlie Chaplin êdî bi kurdî li ser dika şanoya kurdî ye. Wê şano bi navê "Tenê Ez" ji aliyê Teatra Jiyana Nû ve were pêşandan.  Fîlmê komêdiyê "Dîktatorê Mezin" ê derhêneriya wê Charlie Chaplin kir û di fîlm de tevî Paulette Goddard di rola sereke de lîst êdî bi kurdî li ser dika şanoya kurdî ye. Wê fîlm bi kurdî bi navê "Tenê Ez" ji aliyê Teatra Jiyan Nû ve di 30'yê Mijdarê û 1'ê Kanûnê de li ser dika Mezopotamya Sahneyê bê pêşandan. Lîstikvanê Teatra Jiyana Nû Cîhat Ekîncî, anî ziman ku ji ber ev fîlm ji bo roja îro jî derbasdar e wan xwestiye ji bo şanoyê li hev bînin. Ekîncî destnîşan kir ku li Tirkiye û cîhanê faşîzm û nîjadperestî dîsa rû daye û got: "Ji ber ev fîlm teqabulî pêvajoya heyî dike, me xwest em tiştekî wisa bikin."    Ekîncî, da zanîn ku demeke dirêj ew li ser senaryoyê hûr bûne û got: "Me senaryo li gorî qewimînên em bi wan re rû bi rû dimînin ji nû ve li hev anîne û hin guherîn tê de çêkirin. Di vê lîstikê de pir diyalog tune ne. Mîzansen bêtir e. Li gorî lîstika Bêrûyê di vê de ji têgînên wekş kapîtalîzm, ssyalîzmê bêtir têgînên gel bêtir in." Ekîncî, anî ziman ku wê 5 lîstikvan bilizîn û li ser dikê her lîtikvanek xwedî karakterkê ye.    'EM BI ŞANOYÊ GOTINA XWE DIBÊJIN'    Ekîncî, anî ziman ku ew şanogerên kurd di pêvajoyeke wisa de bi şanoyê gotina xwe dibêjin û got: "Hêleke ecêb a vê senaryoyê heye. Wexta Charlie Chapline ev nivîsandibû, wê demê Hîtler pir ne li pêş bû û faşîzm pir rû nedabû. Lîstik di 1936-37'an de hatiye nivîsandin. Belê Cihû bi komkujiyan re rû bi rû mane, lê wê çaxê hîn kampên cihûyan tune bûne. Di vir de pêşbîniya hunerê derdikeve holê. Me jî xwest em di pêvajoyeke wisa de tiştekî bibêjin. Ev tenê li Tirkiyeyê naqewime li tevahiya cîhanê pêvajoyeke nîjadperest heye. Divê huner bi paş ve gav neavêje û gotina xwe bêje."    MA / Yasin Kobulan