Nivîskaran ji bo xwedîderketina li DÎSA-DER'ê bang kir 2018-11-20 09:11:52 WAN – Nivîskarên di bin banê Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) de gotin "Nirxa herî sereke ya gel dike gel ziman e" û ji bo xwedîderketina li komelyê bang kirin.  Bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê hat îlankirin KURDÎ-DER hat girtin. Piştî komele hat girtin li Wanê li hemberî çewisandin û polîtîkayên asîmlasyonê yên li hemberî kurdî li Wanê Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER) hat avakirin. Komeleyê hefteya borî kongreya xwe li dar xist û dest bi xebatên xwe yên di warê ziman de kir. Komeleyê ewilî bi atolyeyên kurdî dest bi xebatên xwe kirin. Kesên di bin banê komeleyê de behsa armanca komeleyê kirin.    OCEK: GER EM KURDÎ HÎNÎ ZAROKÊN XWE NEKIN EM Ê XWE ÎNKAR BIKIN    Nivîskar Nezîr Ocek, destnîşan kir ku zimanê kurdî tim bi zext û zoriyan re rû bi rû maye. Ocek, anî ziman ku ji ber saziyên wan ên din hatine girtin wan saziyeke nû vekiriye. Ocek, diyar kir ku avakirina DÎSA-DER'ê girîng û watedar e û got: "Ger zimanek tenê li kuçeyan an jî li malê bê axaftin, wê ew ziman piştî demekê winda bibe. Ji bo zimanek zînde bibe, divê ew ziman bibe zimanê perwerdehî, bazirganî, çand û edebiyatê."    Ocek, bal kişand ser girîngiya komeleya ava kirine û got: "Ji bo ev sazî li ser piya bisekine divê herkes destekê bide saziyê. Divê gelê kurd xwedî li zimanê xwe derkeve. Divê kurd li malê teqez bi kurdî biaxivin û hînî zarokên xwe bikin. Ger em vê yekê enkin em xwe înkar bikin. Ger em vê nekin wê zarokên me xwe û çanda xwe nas nekin."    Ocek, bal kişand ser Platforma Zimanê Kurdî ya partiyên kurdî ew avakirin jî û got: "Divê ev çirûska li Amedê hat pêxistin li tevahiya Kurdistanê belav bibe. Navê vê yekîtî ye ûd ivê herkes piştevaniya vê yekîtiyê bike."    BATEYÎ: DESTEKA GEL GIRÎNG E    Nivîskar Qahir Bateyî jî, anî ziman ku wê komeleya wan ava kiriye wekî komelyên hatin girtin di warê parastin û pêşvexistina ziman û çand-wêjeyê de tev bigere. Bateyî, destnîşan kir ku lê belê bêyî desteka gel wê tu sazî nikaribe li ser piyan bisekine û got: "Di serdemeke zext ûz oriyî de desteka gel a ji bo saziyên me girîgn e. Berê çawa gelê me xwedî li saziyên xwe derdiekt wê niha jî xwedî li wan derkeve. Divê gelê Wanê xwedî li evan saziyan derkeve û destekê bide."    AYDIN: EM LI BENDA DESTEKA GELÊ WANÊ NE    Rêvebira komeleyê Evîn Aydin jî, anî ziman ku her çend piştî girtina KURDÎ-DER'ê xebat heta demekê rawestiya bin jî, bi avakirina DÎSA-DER'ê wê xebatên baş bikin. Evîn destnîşan kir ku ji bo vê yekê jî pêdivî bi desteka gel heye. Evîn got: "Xwedîderketina li vê saziyê xwedîderketina li çand û ziman e. Nirxa herî sereke ya gel dike gel ziman e. Wexta em xwedî li zimanê xwe derkevin em ê karibin li xwe û pêşeroja xwe jî xwedî derkevin."