Rênas Jiyan vê carê got ‘Stranên Sor Niviştên Mor’ 2018-11-01 15:31:21   AMED – Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan pirtûkek din li pirtûkxaneyan zêde kir. Pirtûk ango romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan hat çapkirin.    Nivîskar û helbestvanê navdar ê kurd Rênas Jiyan pirtûkek nû ango romanek din gihand xwîneran. Romana bi navê “Stranên Sor Niviştên Mor” a Jiyan ku ji 220 rûpelan pêk tê ji Weşanên Belkî hat çapkirin. Pirtûkê di nav refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girt û li ber destê xwîneran e.    Rênas Jiyan beriya romana “Stranên Sor Niviştên Mor” pirtûkên nivîsandiye wiha ne:    Spîtama – roman, Bacanên Pelçiqî – roman, Çirûskîzm – teorî, Çirûsk – kovar  Helbest; Janya, Mexzena Xwînê, Diêşiya, Dîn û Şîn Di Tuwaletê De - Şano Wêjeya Kurmancî Ronahî – lêkolîn Ponijîn - raman Ji Şevê Re - ceribîn û rexne